ḧacî meḧmû

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  567 Dîtin
ḧacî meḧmû
kuř û kiç û jinî nebû
xuşk û bira û kesî nebû
hîçî nebû
***
ḧacî meḧmû
şewêk xewêkî dîbû
bo beyanî ke hełsa
mewlûyekî qerar da û
ḧewt nwêjî kird
bełam hêşta detirsa
destî bo hêlkeke nebird.
witî: emřo
ba.. xorakim -nan û ça- bê
nek hêlkeke
sîxuřêkî «be’sî» tya bê