bîre xew

Li pirtûka:
Êmeyş le Xoşewîstî Dezanîn
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  758 Dîtin
galîskeyekî dû espî
leser şanî hełî girtûy
bergekanit hawînen û şeqam şorrawî barane.
hewr bot buwe be çetir
minîş sinewberêkî kenarî řêgaketim
bergekanî to hawînen
degeřêyewe koşkeket
bełam aya..
cêyek şik debey wek diłî min nerim?!
cêyek şik debey wek amêzî min germ!!
eger wabû
espekanî galîskeket ber dedem
çunke ewan destî minin.
galîskekeyş bisûtêne.. diłî mine
êsta zanît.. leberçîye lêxuřekey
nařwanête toy nazdar û
çaw debřête sinewberî kenarekan?
ger bemeyşyanit nezanî
bergekanit dadediřim..
gerçî hemûyan her şî’irin
bełam xatûn.. ba nemênin
çunke hełey bîrexewî
şa’îrêkî weku minin.