xoşewîstî sêgoşeye

Li pirtûka:
Êmeyş le Xoşewîstî Dezanîn
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  977 Dîtin
lem herêmeda
xoşewîstî xame û dekirê.. be derpê
xame û termî diłdaranî tê dexrê
xame û desrokey serçopî
lê dirust dekem.
***
lem herêmeda
xoşewîstî gurîse û ajełî pê debestinewe.
gurîse û gerdinî şî’rî tê dexrê
gurîse û dîlanêy bo destigîranekem
lê dirust dekem