nûstû

Li pirtûka:
Semay Nêrgiz
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  552 Dîtin
le xulyamda pałkewtibûy
be min waye nûstûy
keçî serim hełdaytewe
wek kanîyekî kwêstanî bexeber bûy,
tirpey pêy ew kîjaney xoşim wîstûn
le naw şepolekanta bû.
bonî ’etrî yekem maçî
kiçekey darusêmanit lê dehat.
fiřke berdî pêçî kołanekanî geřekim
têda debîstî.
tamî xewnekanî şewî ’arfe û cejinit deda
nasîmîtewe.. ay kurdistan!!
eme toyt û minîş diłdare şêteket!!
eme toyt û wek kanîyekî kwêstanî
sedehaye le xulyamda pałkewtûyt
sedehaye bexeberî û
be min waye hêşta nûstûyt
eme toyt û minîş qoçeqanî be deste ’ecûlekey
serkarêz û kanêskan û mełkendî.
ey kurdistanî qoçeqanî
ey kanîye kwêstanîyeke
destit degirim/ bo diłî řûbarit debem
destim bigre/ hawřêkem bo bidozewe
ew hawřêyey
serî yektirman deşkand
bełam diłman weku xoy bû
lem serdeme gelêk tûřem
serim saẍe û diłyan wek bilûr şikandûm
diłim wek bilûr şikawe
hawřêkem bo bidozewe
bîdozewe ta bizanê
ger
parçekan bida leyek
bedirzî şikan denûsrê
çendim kurdistan xoşdewê