kibrît

Li pirtûka:
Semay Nêrgiz
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  763 Dîtin
ewyan bawkime/
biro şaşe ałoskawekanî
řîzêk xanûy gundêkin û qirçeyan dê.
ewyan daykime/
dest û pence wişkekanî
çepkê şořebî aw lêbřawin.
ewe xuşkime/
bałay sinewberêkî ber tewjimî girêdere
eme hawserekeme/
sîmay xemnake wek dêhatîyekî koç pêkiraw
ewane hemû hawřêmin
bê ewey lêk nizîk bibnewe
le çirpey giryanawî yektir degen
hemû kip û mat û xamoşin
bełam le gyanî hemûyanda
sedan benzînxane heye
qełemekem kirde denkê şiqarte
ḧez dekem.. nîştimanekem
wek xanûyekî piř ta’ûn bisûtênim
her be mercêk
ledest em całcałoke borane
em marmêlke lîknane.. řizgarim bê
ey hawřêyan
bibne şiqarteyekî xomałîy berg şîn..
demewê qełemekem dagîrsênim.