jûreke

Li pirtûka:
Semay Nêrgiz
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  657 Dîtin
hawserekey xerîkî derzî û dezû bû
-çawekanim kizbûn- dezuwekem bo pêwe nakirê
-na.. gyanekem, jûreke tarîke dena
çawekanit her cwan û
geş û
řûnakin.
dergayan aweła kird û hatne jûrê
qołbestyan kird û birdîyan
xoyan pirsyar û wełam bûn
fermanyan da.. bixinkênrê
pêş hełwasîn daway kird hawserekey bê:
- gyane dezuweket bo pêwe kira?
- bełê gyane.
- diłnyabûy lewey çawekanit kiz nîn û
jûrekeman tarîk bû?
- bełê gyane.
geşayewe
řûy kirde gardekeyî û witî
-çawpêkewtinekeman tewaw
karim nema
fermû bimben.