wêne

Li pirtûka:
Semay Nêrgiz
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  578 Dîtin
-kwa şunasnameket? kwa?
* geřa
gîrfanekanî geřa
nebû
xemêkî qurs girtî û birdyan
ewan.. deyanut û
em .. bîrî dekirdewe.
«daxo wêney ew kiçey le şunasnamekeda bû
çî lê hatuwe?
bê naz jêr çi pêyek kewtuwe!»
* xemekey girantir bû
tifeng bedestekan.. beramberî westan
ke çawyan bestewe.. bîrî kewtewe
«pêş winbûnî le naw dîwanêkda
dam na
dena jêr pê nekewtuwe»
* zerdexeneyek girtî
řîzêk teqey lê kira
serî beşlî
kewte ser şanî
bełam zerdexenekey
netraza.