tełqîn be kurdî

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  3261 Dîtin
tełqînî be ’erebî ke leser mirdiwanî dexwênin awa dest pê deka «ey bendey xuda kuřî kareker [kenîz] y xuda». minîş em tełqînem her lew bare hełxistotewe. hêndêk layan wabû ke gutûme «ger dîn emeye ta dwayî...» gunaḧe; bełam eger têgeyştiwane sirinc biden ezanin çim wituwe û nyazim kifir û gunaḧ nîye. mewlewî le mesnewîda ełê «ger pyawçak wabê neḧlet le pyawçak»:
ey bendey xuda kuřî kareker
gwê bigre lenaw gořî tengeber
le dinyay bêfeř koçit kirduwe
le ewlay bêgeř xanût girtuwe
toş wek mirdûy tir wek hamferdanit
dû perî xuda dêne serdanit
dûy didan zerdî sûrî çawşînin
be gurz û metał, be tewerzînin
tozê miřumoç, řûtał û tiftin
bełam wek dełên «be gifit û liftin»
hezar car biłên «kwa meřnemûke»
bêdeng, qiřuqip lêt neye cûke
ger têşt hełden pêşt daden tif
biłê min kurdim, ziman maye’irf
le dar metirsê gwê medere cwên
naçaryan bike be kurdî bidwên
emcar be zimanî şîrînî kurdî
xot hełe meke, hêdî, be wirdî
bêje: lalo, xwa û pêẍember heqe
kurdî hasane û ’arebî řeqe
basî mirdin û hestanî dwayî
xo mandû neken ba bexořayî
biłê: kurd leser dinya mirduwe
demêke qyamet lewan řabuwe
bê berg û pêław, bê nan û bê don
turk û ’ecem û ’areb deyanxon
kurd jêrçepoke û ew xawen zorin
biray musułman, musułmanxorin!
ba le xwa pirsin: ger dîn emeye!
gep û gemeye û zyanî meye
dînê beşî kurd bixate bin lîç
sed bar gewre bê namewê we hîç
weramî beheşt zor baş dezanî
xot xełkî çya û deştî kurdanî
bas bikey aw û heway kurdistan
kuř û kiçî cwan, pêdeşt û kwêstan
şînayî û kanî û baẍat û mîwe
pêt baweř deken beheştit dîwe
dozexîş wêney le dinya piře
çołî ’arebî germ û qaqře