şewêk zîndan

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1282 Dîtin
sałî 1957 minîş benyaz bûm ke bo beşdarbûn le fêstîwałî lawana biçme mosko, bełam tegerey tê xira. naçar çend meqalêkî hawarname û em şî’ranem be biraderêka nard ke lecyatî xom biçin, bełam biraderekeş gwaye le bîrî çûbû ke nîşanî kesyan bida, lem şî’raneda boregleyîyekim le mosko kirduwe ke nedebû beranber be kurdî hejar ewende bê perwa bin:
şewe nîweşew, dinya xamoşe
wek azyetbaran zewî řeşpoşe
henasey sarde ba denałênê
hewr diłpiře, esrîn deřjênê
tak tak estêre le asoy melûl
deřwanne şînge wek pyawî fizûl
řimbey pêlaqe û heřeşey zordar
şeqey qamçî û dar têkeł be hawar
piřîşke û fîşqey xwênêkî azad
le dar û dîwar denûsê «hey dad»
gizîr diłřeqe, mûçe, xwêntałe
kutekî destî załmî załe
le cwabî nałe deḧîlkêtewe:
kurdî çon bezem pêtda dêtewe!
azadî xwazî! beşt mirdine
heqî kurdistan pamał kirdine
toy çiqłî çawî hêzî îstî’mar
debê bit nêjim le řêgey dolar
nûsîwte «mosko koşkî kirmilîn,
qełay azadîxwazanî zemîn,
bałdarî hîway wetenperistan,
carêk ba bête seyrî kurdistan»
be kam dest emet nûsî bîbiřim
kam dił emey xwast ta hełîdiřim!
zimanim bestûy nemhêşt bixiwênî!
be çî peřindey humêd dedwênî!
çî bo dadenêy! kwa dan û awit!
firmêskî çawit! cergî sûtawit!
a! hîwat waye tê biga mebestit
le ziřey zincîrî pêwend û destit!
milyonehay kurd detewê bijîn!
řizgarbin le jêr zorî û xwên mijîn!
netzanî řêgey hîwat gîrawe!
derfet biřawe çaret nemawe!
dewrem tenîwî be poła û asin
heyhate bêłim gelan bitnasin
kundî peymanî beẍdat le sere
dan û awderî ayzenhawere
’edłî lawazî şel û nuqustan
nagate çyay řijdî kurdistan
***
lenaw henîsk û ẍełdey xwênî dem
cwab edatewe nûzêk be ḧastem:
lêm bide, bidře, bikuje, bibře
namûs bifroşe, nanî pê bikře
xwên bimje, pêstim le dar hałêne
le sermin êsta hêzit binwêne
cemî dwařojî toşe û îstî’mar
çil şewe mewday jînî segî har
hêzî hejaran dinyadagre
bo pûşî gyanî xwênimj agire
haka guřandim le çya û nwałan
gyanî to û aẍat deřwa be tałan
namênin ne to ne zenawerit
bedarî bêstan dadekirê serit
debê peymantan mirdar bêtewe
leser gořîngo serbinêtewe
be kwêrî çawî dałas û beyar
kurd debin řizgar wird debin neyar
lenaw gelanda xoman denwênîn
be serbiłindî serman hełdênên
yarî azadî degrîne baweş
řojî řûn hełdê lepaş şewî řeş