hebê û leřê bê

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  495 Dîtin
lewetey bûy be aşnam
gwêm aşnay, semfonyay ’etrî dengite û
gałte be mergî xom dekem.
lewetey bûy be dostî min
çawim dostî, baranî tîşkî çawte û
gałte be mergî xom dekem.
***
lewetey bûy be nîwey min.. bûm be nîwet
lewsakewe.. min bełênim be çawit da..
meylekanit le colaney çawekanma řabjenim
min bełênim be lêwit da
zerdewałey şeytanî lê biterênim
lew sakewe.. gałte be dû merg dekem
her be mercê
em karwanî wenewşeye..
her leřê bê