dû goranî tir bo şûşexan

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  685 Dîtin
diłopî baran/nîşaney bûnî/xor û deryaye
xor û deryakan/nîşaney bûnî/baranî tyaye
toy xoşewîstim
nîşaney bûnî minî şeydate
minî şêt û wêł
nîşaney bûnî toy karesate
-swêndit bo dexom.. be
xoşewîstî û
to û
min û
xor û
hemû deryakan
ger cêm bihêłî:
hêz le gerdûnda.. debê seringûn
řewtî têkdeçê û
letupet debê.. mi’adeley bûn
hêşta be başî nemdîwî
bo tîşkî zerdexeneket, bûm be zewî û
hêşta bebaşî nemdîwî
le dewrî lêwit geřam û
şew û řojim pêkewe dî
hêşta bebaşî nemdîwî.
***
bûm be pepûle û hełfiřîm, be şewarey tîşkekanî
çawantewe
leser çiłî her tîşkêkyan.. nîştimewe
şeyday çiłekey tiryan bûm
em çił.. ew çił/ewçił.. em çił
mandû bûm û be gonatda.. ke hatmewe..
dîsanewe bûm bezewî
le dewrî lêwit geřam û
ne şew.. ne řoj.. hîçim nedî