nazdarêk û hejde nefer

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  567 Dîtin
ey nazdarî nûstûy naw pas
agadar nît.. lew diłaney dewrupşitit..!
agadar nît lew -aram-aney to kuştit..!
kewtûyte naw cîhanî xew
çiş le hejdey wek min û ew
ba lêrewe legeł tîşkî xorî em êwareyeda
bitwêynewe
legeł wirşey qijî kałit
legeł pêstî pemeyî bê xet û xałit
wek mindałî ser giřugał
beste biłêyn bo kułmî ał
awat bixiwazîn be «xeyał»
-«leber tirîfey mangeşew
katê hemû.. ew xełkeman hênaye xew
leser neẍmey mosîqaye
dest bixeme ew kemerey wek mînaye
bilencêyn û.. sema bikeyn
ta.. leş.. xawenî twanaye».
bełam.. nazdar
emane hemûy xeyałe
xeyałêke.. wek areqî ew gonayey
le germey tîn û neş’eda.. dête xwarê
weku şewnim.. le kułim û gerdin ebarê
keçî katê
fênkîy tozê aram dê
hîçêkî way lê namênê
ew barane nerme wişke
ew gona geşe naske.. bê piřîşke
wek xeyałî hemû ême..
deřwa
deřwa
tenya şitê becêy bêłî
yadgarî ew xoreye.. ta awabû
beyek xendey to.. şad nebû
ey nazdarî nûstûy naw pas
-ewey lelay min mebeste
ewe nîye.. ke bitgatê.. em dû deste.