na.. bêsûde

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  954 Dîtin
na xanmekem.. zor bêsûde
bedzîyewe ḧez lêkirdin
betenya qisey zilkirdin
beçî deçê.. bo yektirî metare bîn..
bixinkêyt û nemxoytewe, bixinkêm û netxomewe!
min lêrewe bitwêmewe.. tenyayî xom bicûmewe
toş beramberim řabûrî.. xwarûy lêwî xot bimjî
betîşkî dû çawî birsî
pyawetî naw naxim bikujî
be heniskî be ḧez tasaw
be pirşepirşî birjangit
belêw/biro/gona/bedan
qijim/çawim/lêwim/diłim
kaław bałam dakirojî
kirojtinim.. dakirojî
le dûrewe bo dûrewe bitwêytewe
naşê deng kem, qîrusya ba swêm bêtewe..!
leber’ewey şa’îrêkî cwan perwerim
xanmekem.. qeyna şa’îrim.. şa’îr nîm.. na pêẍemberim
bełam xo cinsî beşerim
diłim heye.. meylim heye.. zyad le hemû xawen meylî
mayl be geşt û seferim
hemû řojê wek keştîyewan
le řeş û sewz û şînî kał
wêłî deryay çawekanim.. germ bê sard
tyayda dejîm
min kotrî gumezî cût memkeketim
qumrî bałay seruweketim
tund bimguşe.. sed xewî «xozge» bidřêne
yek xunçey «oxey» bidwêne
şerim meke le sozî ser pencekanim
corêke sozî pencey min..
ta lêy nexşê şiney nermî..
leşularêkî xwên germî
gyan le arezû xulqênraw
wa naxroşê.. becorê
ke..
mêjûy leşt bigořê.