pełehewrêk

Berhema: Hejar (1921-1991)
Li pirtûka: Bo Kurdistan
 4 Xulek  217
beřastî zor diłteng û nahumêd bibûm, peymanî beẍda le heřemeda bû. herwa hêçk ekêşra û ałqe legelî kurd teng ekirayewe û hîç deretanî pişûdanî nemabû. keçî lepiř serlebeyanîyek be dengî kûdetay ’ebdulkerîmewe řapeřîm, be dyarîkirdinî mafî kurd parşewm kird û be mujdey hatnewey barzanî berbangim kirdewe. leyekem ahengêka ke bo bexêratnî barzanî le «sałonî gel» le beẍda gîra. min em şî’rem xwêndewe:
kuřgel kuřî kurdî nebez
mewestin kowebin belez
des bigirin gowendî gele
hełxene hełpeřkê hele
babîłên «dîlan» û «řeşoł»
«xeme» lêda zuřna û dehoł
cêjne û cêjnî azadîye
cêjnî mergî bêdadîye
cêjnî çûnî îstî’mare
řojî tirsî şa û beyare
diłekutey kurdixorane
lerzînî xawen zorane
efyûnkêş çurtyan pareye
milyan xizmî sêdareye
bîlmezî pîsî gwênebîs
lêy ałoza řîs û gurîs
***
ba areqî řûy azadan
firmêskî şadîy diłşadan
nexwaze hî konedîlan
biřjête naw kořî dîlan
be germîy dił û girmey pê
box bika û hełmî biłind bê
le asman bibête hewrêk
le kurdistan bida dewrêk
bay azadî bîbziwênê
le çyakanim xoy binwênê
leser şaxî hewramanê
dawestê û bidat wiçanê
bîbînin hozî cafirsan
ba bizanin bawî çû tirsan
pişwêk bida le bêstûn
ta bizanê řabirdû çon bûn!
aw hełgirê le taqbustan
serçawey jîn le kurdistan
tem le ełwend biřewênê
ba bo kes ser nenewênê
biřwanête kanî sanan
cêge xwênî pałewanan
biçte ser gořî qedemxêr
ew kîje wirdey nêreşêr
ba gyanî şadbê le gořa
bê xwên naçê dewr gořa
le gełbaxî, le řengiřêjan
dem şîrin ka tałî çêjan
bo tîleko, berew hewşar
mujde bê bawyane ewcar
le seqiz le cêy sê daran
biřjênê çend tinok baran
tê bigen begzadey şêrzad
nêzîke bistênrê dad
serêk hełbênê le bane
zor azan řoj řojî wane
bibînê swêsnî û gewrkan
melkemûtî fars û turkan
ba biçte mełbendî menguř
kuřî beguřî ’ecemdiř
řołey bayzpaşa û bapîr
herçî bigrî hem şêr hem şîr
le deştî şino û lacanê
bibête hoy dinedanê
çî mameş û herkî û zerzan
gyan bo wiłat deden herzan
***
ser hełênê le mihabad
patextî komarî azad
le cê darekey çwarçira
ew cêy qazîy pêda kira
çend diłopêk hełwerênê
xew le çawan bipeřênê
mujde bo lawan binêrê
nemamî şořş bidêrê
biçte mełbendî şikakan
cê řawgey aza û swarçakan
kêwî agirî dagrê
agirî şořşe û namrê
le sason û le çyay mazê
tołe estandin bixiwazê
bo ser dersîm badatewe
xwênî kurdan bişwatewe
ba golî wan û deryay řeş
bukiłn wekû xwênî syaweş
leser zagros bigirmênê
turk û ’eceman bidwênê:
***
xobgirin, noreme nore
le kwêtane karim zore!
îqbal bimre be şatewe
wa řojî tołe hatewe
hetîwekey řeza keçeł
detnêrme kin nûrî û feyseł
neqiłit neqłî şay mişkane
eqiłit ’eqłî ser wişkane
bojoye lam çawwiřawit
detopî û nakewme dawit
nasyonalîsmî musbetit
deykem be sêdare û petit
dinbegî dirot diřawe
simayl aẍam le bîr mawe
tołey hemzaẍay menguřim
destênim, wirgit dediřim
xwênî qazît lê destênim
nyaganit desutênim
***
êweş ey gicûkî gemał
haka hełm nan be temał
bo tołesandin heřete
xwênî kurdan yek be sete
tołey şêx se’îdî pîran
be hezaran şêx û mîran
şêx qadir û ẍewsî sanî
’ebdulselamî barzanî
xwênî xalîdbegim dewê
řojî bextit kewte şewê
***
ew kurdî bê hêz nemawim
pişt estûrim řûne çawim
řêwşiwênî xom baş denasim
bote biram kerîm qasim!
qasmê ke lêw řapeřî
cergî to û amrîkay biřî
tołey gelî estandewe
kurd û ’arebî jyandewe
bûne dostim mosko û pekîn
legeł hêzî gelan yekîn
***
ger barzanî dête bîrtan
zor aw hełdegrê hewîrtan
barzanîy turk û ’ecemkuj
barzanî merge bo xwênimj
barzanîy şêrî kurdistan
gyan berî, gyan leser destan
barzanîy dałdey azadî
dasî hejgełî bêdadî
kutke leser xwênmijî kurd
bijî barzanî, bijî kurd
Ziman: Kurdîya Navîn
Form: Mesnewî
Kêş: 8 Birrgeyî
Font: