çepke gułêk

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1292 Dîtin
le beẍdawe be qahîreda bo mosko deçûm, kurdekanî beşî kurdî řadyo qahîre helyan bo hełxistim ke witar û şî’ir leser řadyo bixiwênmewe, minîş em şî’rem ke her be hoy hatnewey barzanî nûsîwe le řadyo qahîrewe xwêndimewe:
perî humêdî gelî kurd
em řojane be destubird
lêwbeken, bize le çawa
lepêş giznigî hetawa
legeł kizebay beyana
degeřa be kurdistana
le herla gułçinîy dekird
dyarî bû, bo dyarî debird
***
le botan gułêkî hełkend
dû le awbarîk û derbend
çiłêk le dersîmî serşîn
yek le mihabadî xwênîn
le qerqamîş, le çyay sason
çinî gułî sûrî bebon
sûrî beřengî xwênî dił
bestî be awat çepkeguł
hênay pêşwazî barzanî
desbetałî be ’ar zanî
her guł bedem hawar deka
basî dar û zordar deka
kizin le jyanî jêrdestî
dax le diłn le pêpestî
pêman dełên be zimanî ḧał:
kurde ba bes bê jyanî tał
zor şerme ew jîne ḧîze
kułî û serřêjî kird dîze
gana û gînya řizgarin
kurdî me hêşta jêrbarin
jêrçepokey şa û beyarin
hêşta bo yektir neyarin
aza nîn, başe bîzanin
berdestî ḧîzî ḧîzanin
eger êwe aza û kuřn
bizguřêk leme dadiřn
xwênman řija leřêy gela
mîr û aẍa û şêx û mela
laşman her boye kewte goř
nemandewîst bijîn serşoř
le gyanî bezor birdûman
le řegî diłî zîndûman
gułî sûrî le řengî xwên
řuwa. ta legełtan bidwên
lêy hełmijin bonî xwênê
dinew da û bitanbizwênê
ewey ême leřêy mirdûyn
le mêjû nemrî kirdûyn
deyspêrîn be dest êwe
naşê pał kewn lecêwe
mejîn be tenbełî û xewn
yan serdanên yan serkewn
êweş şwênî me řeçawken
nîştiman be xwên paraw ken
kê leřêy gel biçte xaka
bextewere û zyan naka
boxow heqî xo nestênin
heta heta dademênin
bibîsin pendêkî pîran
«bê şêwin be hîway cîran»
kurd jêrçepoke û hejarin
birîndarin, lebin barin
derbederin, çon derberin!
aza defryayan werin
derdî êmew bêtewe bîr
bîxene kar qełem û şîr
eger le destu derçê hel
dekewne ber cinêwî gel
cinêwî gel zor çetûne
naçne jêryewe lên řûne
bibzûn kurdistan azad ken
hêzî dagîrker berbad ken
şîn biken darî řizgarî
bîgořn barî hejarî