tirîqet zor diłgîrtire le dengî ney
Li pirtûka:
Dîwanî Natiq
Berhema:
Natiq (1886-1967)
1 Xulek
799 Dîtin
tirîqet zor diłgîrtire le dengî ney
kułmî surit şengitre le řengî bey
eger bêt û gyanîşim le dest bidem
wek mesîḧa nazêkit emkat ḧey
tałêkî zułfî pexşantim dest kewê
naygořmewe be tacî şahaney key
ey taqane gułî baxçey ḧeyatim
xway te’ala bitanparêzê le wey
de maçêkî serî kułimit keremke
sa ba minîş def’eye bêjim oxey
min ew kate řojûy xom betał ekem
ke ma’şuqekem bitrazê dugmey yexey
yeqînim waye ke naşkê destinwêjim
hengamê destim ebem bo cûtê bey
minim nemkirduwe gunahê derḧeqit
îtir bo çî pena bo qehir ebey?
be bê meřḧemetî to namewê jîn
çîye suçim? emrî qetiłim der ekey
dexîlit bim bo xatrî xwa ’ezîzim
sîřî ’îşqim bo bedkaran dernexey
natîqNasnava edebît be bê řîsaley ’îşqî to
miḧałe řêgey qyamet bika tey