xeyał demêke řoywî dexîle zû ke bêrewe

Li pirtûka:
Dîwanî Natiq
Berhema:
Natiq (1886-1967)
 1 Xulek  978 Dîtin
xeyał demêke řoywî dexîle zû ke bêrewe
be kwêrîy çawî dujminan be meqdemêkî xêrewe
berîdêk wa hat û witî ’umer xwa kiçî dawetê
gułêke daxî na be dił hezar gułî kenêrewe
letîf û şox û şeng û wird ḧebîbî guł’iwazî kurd
be dînî ew qyam eken le mescîd û le dêrewe
bêyne ser beḧrî ebcedî be nawî gwêzebanekey
dû mîsre’î natîqNasnava edebîm le bonî hêrewe
bo te’rîxî wîladetî xîred witî ke mujde bê
be qedemêkî xêrewe eçê be pîrî kêrewe