neçerxa em çerxe řojê be kamî îqbałî min

Li pirtûka:
Dîwanî Natiq
Berhema:
Natiq (1886-1967)
 1 Xulek  902 Dîtin
neçerxa em çerxe řojê be kamî îqbałî min
ney pirsî carê le bextî sergeşte û ’ewdalî min
wa le gêjawî ẍema ẍerqe gemtey talî’im
peyapey awazî ḧuznî lêwe dê şemałî min
gêjełûkey bay esef wa dinyay kirduwe be tem
her şikist dênê le ’ersey xoşnûdya załî min
derdî fîraqit dest be şimşêr řîşałî cergî biřîm
gaşe berd dênê eykate kospî řêy wîsałî min
xoy le her cê la’eda lafawkey sergeştegî
nawestê taku egate berdirganey małî min
ger tawê şad bê diłim yekser çingałî xefet
dest exate bîneqaqay taze bukî ḧałî min
fî’lî mazî bes bixiwêne basî muzarî’ bike
ta bizanî êstekeş nasrewê ḧałî min
pêm biłê natîqNasnava edebî tû ew xwa boç bext yarit nîye?
řoj be řojî neḧsîye mufekkerey sałî min