weku ferhad hemîşe çaw le řat bûm

Li pirtûka:
Dîwanî Natiq
Berhema:
Natiq (1886-1967)
 1 Xulek  565 Dîtin
weku ferhad hemîşe çaw le řat bûm
şîrîn boye çaweřwanî berat bûm
serim dana be go û pelket be çewgan
be ’îşqî çawekanit mubtelat bûm
řojê hatim be ’ezmî zyaretî řût
ke çî gîrodey egrîcey syat bûm
le naw pêç û şikencî zułfî lulta
duçarî sed derd û beła û afat bûm
bełê xoşe ’ezabê yar bîda pêt
newek çun min samanim řoşt û lat bûm
to diłit da be eẍyar û řeqîban
ewan finîş tenya min dił le lat bûm
were ba destî aştîman le mil keyn
eto ferzîn minîş şahim û mat bûm
matîm xoşe be şertê natîqNasnava edebî biłê
weku ferhad hemîşe çaw le řat bûm