mûdetêke arezûy wîsalî canan ekem

Li pirtûka:
Dîwanî Natiq
Berhema:
Natiq (1886-1967)
 1 Xulek  895 Dîtin
mûdetêke arezûy wîsalî canan ekem
bo nîgahî mał û ser gyanî xom qurban ekem
şew be yadî çawî mestî debme saqî meykede
řoj be fîkirî baxî sîney şerî’et penhan ekem
narî fîraqî be çeşnê tîn û tawî senduwe
boye êste çaweřwanî baranî îḧsan ekem
ew perî çîhre le řû dergay lutfî pêwe da
neybû řeḧmê boye naçar peyřewî dêwan ekem
min leber bê mirwetîy ew ẍazaley deştî naz
kełkî naw cem’im nemawe řû le kohistan ekem
bê şikim fîtney řeqîbe yar diłî kirmê buwe
ew segî gwêçke biřawe ḧewałey yezdan ekem
şî’rî natîqNasnava edebî key degate ḧeddê wesfî yar bika
xame danê çî binusim muḧeqeq tawan ekem