her zeman ew turkî meste arezûy nêçîr eka

Li pirtûka:
Dîwanî Natiq
Berhema:
Natiq (1886-1967)
 1 Xulek  594 Dîtin
her zeman ew turkî meste arezûy nêçîr eka
komełî ’aşiq le ḧelqey perçema zincîr eka
ga be şeř şimşêrî ebroy çak eka dił ga mîhir
xemzekey bo beqye qulapî mûjey cût gîr eka
kafrey bê mirwete wek dersî sîḧrî xwîndibê
çawî eglênê cîhanê serbeser tesxîr eka
tîrebaran mał eka wêran û min bextim heye
yar be peykanî mûjey wêranî dił te’mîr eka
ga be neşter hełdiřn cergim be gwêzan bimcinin
agirî ’îşqî le diłma taku dê te’sîr eka
pêy biłên bo qetłî aşq ḧacetî xencer nîye
xemzekey mujgan û ebroy karî tîr û şîr eka
’îlletî pîrî qedî çemandimewe wek ebrot
’eşqî bałaket bełayeke cîhanê pîr eka
gwê mede qewlî řeqîbî seg sîfet qurbanî tom
bedřewşte ḧez be fîtne û şorş û tezwîr eka
natîqNasnava edebîy xotit be derdêk kuştuwe şam û seḧer
şerḧî hîcranit be xwênawî diłî teḧrîr eka