8 tiranehay kirdî bane’î

Li pirtûka:
Gorani
Berhema:
Mihemmed Mukrî (1921-2007)
 2 Xulek  1213 Dîtin
334
herçend deřwanim be ḧukim dûrbîn
ne yar dyare ne şêwey şîrîn
335
xo to xot fermût min bê wefa nîm
bêwefayîyeket be çawî xom dîm
336
heste ba bîkeyndû des le gerden
ne wek peya bê le nakaw mirdin
337
eger nebwaye be lomey wiłat
keprêkim debest şew û řoj le lat
338
şerit bê gułî kes nekem be bowe
ta gułim bo dê le xizmet towe
339
ta key danîşim, ta key lelat bim
le xwam telebe be bałat şad bim
340
min dûr û to dûr terkî temaşa
daykî ḧo kuř bî pêt dekem ḧaşa
341
xwa daykit bigrê bawkit bê îman
çûn bû be ba’is diłî herdukman
342
xwa bînûsî, qełem bîka kar
jin bo pyawî pîr, kiç bo herzekar
343
ya xwa her şew bê, řoj nebêtewe
destim le êxey yar nebêtewe
344
çawan meřêje! hêşta minałî
sêwî negeyu, hełûjey kałî
345
eger nemdeytî lew xałî qołit
řojî qyamet deynim be kołit
346
bałaket berze meyde be xesar
dił her êkêke, meyde be hezar
347
be bałay berizit be sîney teyrit
meger êwaran têr bikem seyrit
348
be bałay berizit be sîney safit
masî le derya hatne tewafit
349
şerit bê le daxt, duwem le qînit
xom bixinkênim, pelkey pûşînit
350
şerit bê le daxt, terkî dunya kem
’asa hełgirim, keşkoł peya kem
351
etirsim bimirim, dunyam zor mabê
’izrayîl le des nałem bêzar bê
352
narinc û tirinc, tirincî şaran
çeqoy dem zêřîn, soqatî yaran