nawêrim

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  764 Dîtin
ah ke çend lasar û cwanî
gułî şadîm ger hebê toyt
egerçî bo diłim pişkoyt
satê daxim ekey benaz
satê beçawî weku baz
becwanî xot embizwênî
hestî şî’irim ecûłênî
legeł eweş ke nawêrim
hestî diłimit pê bispêrim
nek yaxî bît le xot biłêy
min ew cwanem ey to xot kêy?
boye pênûsim řa’egirim
basî kemêk cwanît egirim