îtir çît ewê

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  640 Dîtin
baweř nakem ey dił beweş aram bigrît û bêdeng bît
ey diłey hejarî min
gwê bigre yarî şermin
daway to le min eka
minîş witim ke bitba
gwaye îtir çît ewê
ke cêgey to bê ewê
çunke ezanim lay ew
şad ebê be řoj û şew
hoşî xemit namênê
bîrî kest namênê
gwaye îtir çît ewê
ke cêgey to bê ewê
xot heł esûy le singî
emjî dû lêwî tengî
dest exeyte naw destî
çawîş bo çawî mestî
gwaye îtir çît ewê
ke cêgey to bê ewê
ey diłey hejarî min
gwê bigre yarî şermin
ełê: hetaku mawim
cêgeyetî ser çawim
gwaye îtir çît ewê
ke cêgey to bê ewê