dû xuşk

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  945 Dîtin
ew dû xuşkey bedaykyanewe xoşim ewên
lejêr kirasî sadey şîfona
dû xuşk westabûn le textî sîne
hêşta heřetî lawêtîyan bû
legeł suxmeda çawşarkêyan bû
le dirzî suxme ke eyanřiwanî
mûçřikêkî tund xoy bo dił hanî
weku kareba sistî kird gyanî
ke çî zû daykyan be pencekanî
pałî pêwe nan bo jûrî suxme
dergaşî daxist be qifłî dugme