wełam

pêşkêşe be kak twana
Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  706 Dîtin
diłekem wełamî ew nameyeye ke etnûsî
xoşewîstimî ta diłî min
le jîna bît dûr le mirdin
***
ba biçîne serewkarî
ew nameyey weku dyarî
bo minit nard ke le şadî
diłî bendem bû azadî
bonî henaset wek guław
berz ebuwewe, eykird siław
nûsînî pencey nazdarit
bo min edwan le cêy zarit
lêt pirsîbûm ke kameman
nêçîrîn bo ewî tirman?
ger to, nêçîr bî nazdarim
çekî mine nałe û zarim
legeł hełbestî weku guł
botî enêrim bê çiqił
bełam dyare min nêçîrim
egrîm be řawî to jîrim
şermin mebe to ke řawçî
ebê gurc bît sistîw le çî?
ger bezeyît be ḧałma yet
yaxo tawan bebîrta yet
min le êstewe ey nazdar
gerdin azam kirdî sed car
le dwakatî namekeda
bot enûsim minî geda
nembû ałtûn ta be dyarî
bot binêrim be naçarî
em hełbestem be dił nûsî
nek gileyîm lê binûsî
***
perçem û egrîce bax û kułmî ałit sêwî bax
ebro tîẍî bê kêlan û çawekanit şew çirax