bê qisekirdin

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  716 Dîtin
çunke min tîşkî çawekanit exwênmewe.. ke jyanim têda win kirdûn
tê egem siřî dił nyazî
le wirşey çawî piř řazî
çunke řazî diłimit laye
ke le pênawta řiswaye
ew diłey wek bitperistan
kiřnûş ebat bebê tirsan
le dozex û zincîrî sûr
le pişkoy giř kiłpey tenûr
le weylî wek şewî deycûr
le jehrî marî bê sinûr
ewey tenya mebestî bê
şadî û azadî hestî bê
toy ey nazdar gułî behar
dem be xende şîrîn giftar
bitxaney diłî bê qerar
çaw deryay şînî bê kenar
***
gelêkim řwanîye gułşen, nebû cwanî weku to şeng
gułê nebû çeşnî xendet, xunçeyekîş wek lêwî teng
tałî perçem wa le kułmî ałî xoy ałanduwe
herkesê bînî wa ezanê řoj demaxî bestuwe