hełbestekem

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  964 Dîtin
hełbestekanim korpey dił û naxî jyanî minin, boye ta mawim, eyanperistim û be xwênî cigerm perwerdeyan ekem
hełbestekem awazêke
ya çîřokê ya řazêke
be firmêskî pakî çawim
ya be geşyetî xwênawim
řêkxirawe, dařêjrawe
bexamey dił, bot nûsrawe
dyarî heste ke xurpeye
bo toy cwanî taqaneye
ke be kiłpey derûnî min
řêkxirawe bo toy şermin
dyarî diłe, xunçey çiłe
firîştekem, bo toy gułe
lêm meřence werî gire
le twêy diłta hełî gire
taku legeł cûłey diłit
hestî xawênî be kułit
xoy řabênê, waz nehênê
taku basî, řazî dênê