hestî diłim

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  857 Dîtin
ew meyle bû ke baweřit pê ne’ekird ta xotit dořand
meylî diłdarî wek tîşkî beyan
le şarî diłma kewte hatuço
melî hestîşim bo baxî cwanan
day le şeqey bał sirk û serbexo
***
henasey zor guł lem naw baxane
çeşnî pepûley payz pexiş ebê
tenya heniskê ke tînî gyane
sirwey zarte dił pêy geş ebê
***
bo yadgare wênem hełgirtûy
le goşey diłma cêgem bo girtûy