gułêk biřwêne

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  958 Dîtin
legeł eweşda ke lêm zûyr ebît katê ke basî mergim ekem
were lam gyane xomit qurban kem
hestî nêw diłimit lela mîwan kem
leser zewî lam to řameweste
bo şwên westanit diłim pêwîste
jyanî bê to.. nawî nahênim
tenya tom hîway boye emênim
de toş jyanim, hêzî gyanim
bê hîwam meke, ta lat mîwanim
lepaş derçûnîş bo nêw gořî teng
gułêk biřwêne weku xot qeşeng
taku awełî qebrî tarim bê
le cêgekey xot ew dîdarim bê