firîştey diłim

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  1080 Dîtin
pêşkêşe bew firîşteyey ke leber xoşewîstî kwêr bûm û kwêrîş ebim le astî hemû gunahêkî (ew cwaneye ke le baweşya fêrî xoşewîstî û manay bezeyî û jyan, dûrî, nizîkî bûm)
le deryay bêbnî ’eşqam manay man û nemanî çî
leber hestî xoşewîstî hoş û bîrî fermanî çî
le bîst û dûy ḧuzeyrana be tîrî xemze pêkamî
diłim bo tîrî qełẍane zirê û xûde û kewanî çî
be tîẍî dû taqî ebroy cigermî encin encin kird
le cûłan û hatuçoda.. xencerî tîj debanî çî
be pirşing û bizey řûmet dirêjey da be ahî min
le tîn û karî firmanî çi çerxêke û zemanî çî
nema şewê ke pêxefim be awî çawim teř nebê
lexuřî awî çawimda zirêbar û zêy sîrwanî çî
firîştey peykerî cwanî peristigame heta mawim
diłe bê ew melî şadim bebê cwanî jyanî çî?!