zam

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  1165 Dîtin
ew azar û ẍem û zamey ke le diłmaye be başî û şadî hemû cîhanî nagořmewe
zamî cergim hate xende piř be zarî pêkenî
hoş û bîrim kewte hełpe bergî sistî dakenî
pêt ełêm cwanî firîşte piř be dił tom xoş ewê
pêm ełêy: wîstin be’êşe kêwî bêstun hełkenî
serlenwê kewtûme nałe gyanekem jînim ewê
toş benazî pencekanit wa xerîkî lêm senî
dił weku sawa hemû car arezûy yarî eka
to be nadanî xerîkî herdû çawî deryenî
min weku perwane daym ḧez be bînînit ekem
to ke estêrey sîweylî xot naxeyte dîdenî
bem hemû jan û sizayeş ke jyanim piř eka
dił bebê to.. wişk û çołe to gułzar û çîmenî