xozge

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  1216 Dîtin
zorîşim ḧez kird ke ew xozgeyem tenya xeyałêk bû wekû tem
xozge dêwaney şaran bûmaye
le nîweşewda mang bom bidwaye
pêm butaye: keştî zîwî cwan
wêł û awarey pantayîy asman
pêm biłê tuxwa çend gyanyan fiřan?
çendîşyan bew bay xezane miran?
çend law le ẍema serî nayewe
çend guł be şemał negeşayewe?
xirpe û xişpey pê le naw çîmena
çend çiłe gułyan le bin hełkena?
çend car parawî xunçey beharan
be xwênaw kira le cêgey baran?
axo çendî tir be kuł giryabin
be tenya wêłî herdu çya bin?
xozge ewanet pê butmaye
pêş ewey kasey jînim biřjaye