12

Li pirtûka:
Eɫwen
Berhema:
Ehlam Mensûr (1951-2013)
 6 Xulek  1126 Dîtin

ay ame

em wêneye ke nazanim key û çon û le çi katêkda gîrawe, wa destim be destî toweye û pelkêşim dekeyt... bo em êwareye ber destim kewt?.

em gişt yad û yadaştanet webîr hênamewe... birya herweku hemû şewanî bê’aramîm weku hemû şewanî firmêskawîm penam debirde ber ḧebekanim û řêm le yad û sextî jyan û dinyay demamkidar degirt... bełam nazanim bo û çon bû, boçî degeřam wa em wêneyem le nêw kitêbekanmida dozîyewe.

bişê tenya wêneyek, wêneyekî temen nadyar, dinyayekî xamoş û feramoşkiraw zîndû bikatewe?...

ewa ame

amey dayen û mirov

nimûney mirovî kiłoł

em wêneye

em yadgare dedřênim

bimbûre hey pîroztir le dayk

herke wênekem diřand û fiřem daye derewe, ew şewe her çîyekim kird nemtiwanî bixewm, hełsamewe û danîştim û giłopî jûrekem hełkird û destim daye qełemekem û herçendim kird cige lem çend dêře zyatirim pê nenûsra.

ame

ame mirdî

bo dwa car çawekanit leyek na û mał’awayît kird.

ew cûte çawaney

hemîşe aramgay minałanî zoł û aware û bêwe jinan û

derbeder û kiłołan bûn...

ew çawaney

bê aram û bê oqre bûn.

ew çawaney

firmêskekanî bûbûne derman û tenya

birînî hejaranî sařêj dekird

aram û diłnewayî pê debexşîn

hêz û twanay baweř bexohênan û serkewtinyanî pê debexşîn

bełê ame

firmêskekanî to

dermanêkî efsunawî bûn

***

diłit

ew diłe be soz û netirset

beheştî kesasanî şar bû

herçî xem û pejareyîyan hebû

to kirdibûnit be to û le kêłgekanî

beheştî diłda detřiwandin

beheştî diłit

hezaran hezar darî xemî tya řwabû

ke berî xendey dwařojêkî asudeyan girtibû

diłit beheştî hejaran bû

aware û derbeder

bêwejin û kiçî xełetaw

perî û firîştey ew beheşte diłî to bûn ame

ame detwîst

xwênî diłit bikey bew awe efsûnawîyey

tawanî tawanbaran bişwatewe

gunahî gunahbaran řast katewe

hemû diz û dirozin û cerde û qaçaẍçî

hemû fêłbaz û xwên mij û aẍa û derebegekanîş

bew xwêne pîrozey diłit řêgey řast bigirin û le xirapekarîyan dûr bixeytewe.

ta beheştekey diłit pîs neken

cêgat bo hemû kesê kirdibuwewe

ay ame... ay beheştî geřok û aware

ey hemîşe xemxiwarî mirovî bêçare

***

serit

nek beqed gořistanekey paşa koprî

nek beqed gořistane pîrozekey necef

nek beqed hemû gořistanekanî cîhan

nihênî çîrokî nenûsrawey temenî jyan

jyanî mirov

mirovî çewsawe û hejar

hejarî bê deretan... lenaw ew serey toda

aramyan girtibû

ey amey ser gořistan

ey gořistanî geřok û aware

serit

nezirgay xot bû

serit

îmam û pîr û pyawçakan bû

serit

dozexî hemîşeyî gyanî wêłit bû

ame serit

legeł ewey gořistan bû

herçî nizay mirov hebû

herçî nwêjî biřwadaran hebû

a lewêwe

bo baregay yezdan eçû

***

nexwênewar û kem dû bûyt

kesê fêrî nekirdibûyt

řewişt çîye?!

baweř çîye?!

kesê fêrî nekirdibûyt

mirov çîye?

xot tenha xot

xotit fêrkird

lenêw diro û fêłbazîda

řastît nasî, xotit fêr kird ke řastigo bî

lenêw řya û sed řûyîyda

yek řû bît û xot bo derkewt

xot han deda

xotit fêr kird keyek řûbin

lenêw diłpîsî û diro û kîneda

lenêw řiq û tuřebûn û îreyîda

diłpakî û hîmnî û çawtêrî û xawênît wedes hêna

lenêw tirs û lerzî bêkesanda

le kiřnoşbirdinî hejaranda

lenêw pařanewe û bê desełatî kiłołanda

hêz û serberzît wedes hêna

emanet kirde pîtekanî kitêbêkî

piprozî nenûsrawey têkoşanit

xełkit fêrkird

serberz bijîn

xełkit fêrkird

bo serbestî xobext ken

ey ame řeş

ey mirovî řastigo û yek řû

ey çawtêrî xawên û diłpak

ey serberz

ey serbest

ey ame řeşî dayen

ey mamostay nexwênewar

ey têkoşer

hîç kemtir nît

le řahîbeyekî derberder

hîç kemtir nît

lew kesaney ke weku pêẍember

namey xoyan

bemrovî kiłoł û diřende egeyand

ey ame

ey dayen

pêẍemberan namey xwayan pê bû bo jyan

toyş namey mirovit pê bû bo yezdan

ey mamostay nexwêndewar

daykî hejar

şew û řojit soz û bizet

hêz û twanat

xem û xoşît, pirse û şadît

hî xot nebû

mułkî hemû hejaran bû

her birsîyek

her bê çare û kwêrewer û awareyek

ger be astem nûzeyêkî le dem hatba

herkesê ba

hejar, birsî... dewłemend, têr

taku aẍa û derebegîş

ew nûzeye

le derûnî toda cêgîr ebû

ey mamostay nexwêndewar

***

destekanit

ay pîroz bûn

destekanit xwênawî bûn!!

destekanit quřawî bûn!!

zor car xwênî minałdanî afretê... bêwe jinê

kiçołeyekî xełetaw

debuwe xene û bizey şadî dexsite

ser lêwantewe

a ew xwêney buwe xene

mergî kesê... duwan... syan... bigre zortirîşî

pê deparast

xeney xwênî destit

abřu û nihênî bû

bełê ey mamostay nexwêndewar

abřu û nihênî bû

destekanit xwênawî bûn

destekanit quřawî bûn be şew...

nexêr em dêřaneş bê sûdin û ewendey tir birînim ekulênnewe, çît bo binûsim... ame gewretrî le nûsîn.

pêş ewey em çend dêřeş weku wênekey ame parçe parçe bikem, zû řûm le şuşey ḧebî tirîp tîzol kird eger şewanî ber le emşew ḧeb û nîwêkim qut deda ewa ba emşew dû ḧeb amade bikem be espayî wirde wirde ew çend dêřeyşim diřand û parçe kaẍezekanim fiřê daye ser parçe wênekey ame û giłopekanim kujandewe û berew cîhanî xewn çawekanim le yek na bełku singe řeşekey ame wek çon le minałîmda firmêskekanmî hełdemjî emcare xem û pejareyîm hełmijê û deste zibrekanî be mîhrewe bihênêtewe beserma...