10

Li pirtûka:
Eɫwen
Berhema:
Ehlam Mensûr (1951-2013)
 33 Xulek  942 Dîtin

ame ewende benaxî yadekanî xoyda çuwe buwewe û ewende bezeyî be fatey daykî miçeda dehatewe, xoy pê negîra û bebê dengeyewe firmêsk le çawanîyewe dehate xwarê... çunke zor be diłnyayîyewe deyzanî «fate» kiłoł û bê kes buwe û le małî ḧesen aẍada hezar pet petîyan beserda hênawe... yadekanî ame ewende sext û qurs bûn hoşî pê nehêştibû.le piř bedengî miçe řaçełekî ke miçe pêy wit:

- ame... des tû û des min her dûgyan têkeław xwînin!!. têkeławî xwên û xułn... min daygim kuştim û namey naw çał... tûş zûłîg xistîde naw çał... tû miłałîg kuştîd minîş gewrayîg kuştim... řuḧ her řuḧe ferq neyrid... eger gewra eger bwîçg ’ar her ’are... tû ’ar ew dwête we xoł puşîd we des xod... minîş ’ar daygim wey dese pûşîm... min dî nêtirsim... kî dîrim ta bitirsim lelê? le kî bitirsim?.

em qisaney miçe amey le dinyay kwêrewerî fatewe gwastewe bo dinyay řeş û bedbextî bawkî miçe ke pêş mirdinî derde diłî xoy bo ame degêřayewe:

- ame... debînî êsta îflîc û kwêr û zelîl bûme.... em jinem... ame em jinem... xo to ezanî bedłî xom nemxiwaztuwe... min şarezûrîm û řamkirduwe wa lêre nîştecê bûm... bûme şwan... gawan... paşan kirdimyane baẍewan... ame min şew û řojim lenaw baẍekeda dembirde ser... gelê şewanîş le xane baẍekanda dexewtim... ame... ay.

ame... aẍay le xwa netirs her bezeyî le diłya nebû... ney dewt bem zistane sermay debê... canewer deyxiwa... řenge mebestî nebû bêt bîrim lê bikatewe... xo le serêkîşewe ḧeqî bû... ewende îşî zor bû kêy webîrdekewtewe. serî lê têk çû bû... pênç jin... de dwanze karekerî cwan... mîwan û qaçaẍ çî û qumsêr û qaymqam... meḧkeme û meḧkeme karî û jin xwastin... ḧeqî bû kesî lebîr nebê...

ewende mandû debûm xewbînînîş řwî têm nedekird, tewaw şeket û bê taqet debûm... baẍêkî pan û berîn... ame debwaye bijar û çîlke kokirdinewe û dêraw dirustikirdin û awdanî baẍeke be tenya min bimkirdaye... ame debwaye ew řojaney aẍa mîwanî bihataye û de’wetî qaymqam û aẍakanî tirî bikirdaye... îtir ew řoje wek aw řuşin kere bêm û birom her em ser û ew seryan dekird... ame îtir çît bo bas kem û serit bênme jan... eme hemûy leber... leber parûyê nan û siřekem depoşêt... nem dewêra hîç biłêm ya serî xom bo şarêkî tir hełgirim... ame şewêk firya nekewtim bigeřêmewe bo «xane baẍ» zor hîlak bûm û le çêştixane xewtim... bînîm fate hat û fanûsekey dagîrsan îtir xew neçuwe çawim... fate lebîrî çû qapî çêştixaneke bibestêt wîstim cigereyek dabgirsênim gwêm le hawarê bû, lenaw kadanekeda berz buwewe û minîş be pele çûme naw kadaneke... ame... çawid nedwînd... bînîm aẍa xerîke bene xwênekey debestêt û fateş degrîy, aẍa minî bînî, fatey bezor derkirde derê bepê leqe cê gewzekeyanî têkda... ḧepesam... ame ḧepesam... beyek dû deqîqe jêr des û řenicbere û pyawekanî aẍa, agirekeyan kujandewe îtir ew şewe kes bekesewe nebû kesîş neypirsî çon kadaneke suta...

min zanîm jinekanî zanîyan... bo... ya çon sûta... bełam qiseyan nekird newek ḧeyayan biçêt... ame... gwaye aẍa jin û aẍa le asmanewe hatûnete xwar... hełe naken... aẍa xwaye eger biłê «kun fe yekun» ame serit neyeşênim... paş ew şewe şûme dway ewey kadaneke sûta û kiçênêyyekey fate pija... xełkeke berew kar û kasbî xoyan řoştin û jinekanî aẍaş demî xoyan kilîl da û... temaşay yektiryan dekird û beçaw qiseyan legeł yektir dekird... minîş le dûrewe le zor şit ḧałî bûm û zor şitî seyrim debînî... bełam ame nawêrim hîç şitêk biłêm... çwar jinekey aẍa le cengêkî bêdengî hemîşeyîda bûn... hîçyan ḧezî lewanî tiryan nedekird û le astyana lûtî bo asman berz dekirdewe... aẍaş be diro û delese legeł her çwaryanda řeftarî dekird, řojêk gwêm lê bû aẍa be jine gewrekey wit: tû gewray giştyan û dayg kureganî tû esłît eyane çen? giştyan xizmeçîn le jîr desd herweha gwêm lê debû be jine duwemekey dewt: eger xas byatad tû ne exwazîme banî pîr bîyes wekar çetêd?

xuřf bîyew, çewet gûş metkin... dû çawid nademe dunya...

ame... herweha deçuwe lay jinî sêhemî û deyut:

- ewane le kûre û tû le kure? min pişt wetû besîme le giştyan ’aqił tirîd...

xas keyd gûş nêteknîd û gifit nakeydu we gilyan wuskitîd... a... ’aferîm... wiskid bûn eray jin xase... jin gereg qurs budu hu sikut budu giran bud... a ewane bî ḧeyan, ḧeyaw ḧurmetyan nîye... tû... eqił tû giçşitî têr zid wey dunyaye têrizd...

tû çeyjîd? na dwînîd we xitîg kirdeweyîg bade serim tême ladu we qisey tû kem û we qisey ewan nêkem û çe hes wiçe nîye «çik û fik» erad îjmey widerd dił xom erad îjim... ewan qasey paregem twan bes tû bîdese qasey gişt siřutiřim...

kuřeganim xwêřîn... piştim newesamese pîyan bes pişt wetû we sames her çend qaqezu senedu pare hes le jîr sernigyagede... xod tenya zanîd qasegem ha le kûrew çenîg sermaye dîrim... dway ewe wextêg mirim tû le cyatî min des bine banî......

ewane çen!!.

ame pêt seyr nebêt ke deçuwe lay jine biçkolekey ke taze xwastibûy û kiçe řenicberêkî xoy bû û be zor û be pare be destî hênabû... wa bizanim penca dînarî dabuwe bawkî kiçe... bew dwayêye her deçuwe lay jine biçkolanekey, ta lewîş têr bû, îtir... ê ame çît bo bas bikem... nazanim ame.nazanim çît bo bas bikem? eger çî ḧez dekem xom xawenî nihênîyekanî xom bim, bełam hest dekem şitêk hanim dedat hendê řastît bo bidirkênim, ame min bê kesim... xełkî em nawçeye nîm... şarezûrîm û... karêkim le dest qewmawe û hatûmete êre... ame to gişt kesêkî...xuşkimî...

daykimî... kiçmî... şewêkyan ame zor tirsam... le xane baẍeke xewtibûm, nîwey şew le derga dira... zor tirsam wam zanî polîse... hîç dengim nekird...dûbare... sê bare...

betundî le dergadrayewe, dengê berz buwewe: «netirs qapîyege bikerew». minîş ke zanîm aẍaye û polîs nîye dergakem kirdewe û... aẍa peşoka bû... bê emser û ew ser witî:

- zanîd kuştin tû wek kuştin sege.

ḧepesam... aẍa destî birde jêr piştiwênekeyewe, demançekey derhêna û witê:

minîş witim: bełê aẍa.

witî: beyanî dû beyanî ḧakim mîwanî kem û muław qaymqam û pyawe gewragan, gereg baẍege pak bikeydu kelpeld ałişt bikeyd çunke marey fate erad biřim... min we ḧakim û qaymqam û ’alemege îjim řenceberegan wek kuř xomin xom jin erayan xwazim... swîr erad kem we ’imir xod çiştîg weha weçaw xod nedîde.

nemwêra hîç biłêm... demançekey nizîkim kirdewe, bê bîrkirdinewe witim:

- aẍa emir dekey.

ame, naw baẍim pak kirdewe... eske mibîl û kerewîte û mêz û kiłopî seyar ew nawem kird be beheşt, řenicberekan hatin û seyryan dekirdim û tênedegeyştin ke çon aẍa bem core jinim bodexwazêt, hendê řenicberî aqił têgeyştibûn mesele çîye, labela temaşayekyan dekirdim... ewey tênedegeyşit çawî lêm zeq dekirdewe, be destî bwaye xwênmî dexward û pêy dewtim:

- dî çetwayd bîde sekuře gewragey aẍa... bizanîn beyanî dû beyanî era kuřegey weha ked?!

ame, yekê le řenicberkan deyut:

- bes xom ley kare serim deriçd... bes çe bîjim ax û dax minîş zwanim nîye qise bikem.

yekêkî tiryan deyut:

- dî çetway we bełaş jinîş erad xwazrya?! ême gereg çend sed dînar xerc bikeyn emca jinîg kefde desman ya nêkefd...

ame îtir le beynî xoyanda her lem qisaneyan dekird her yeke û şitêkî dewt minîş wird û barîk gwêm le hemûy debû.

- bes xuda zand eye bin û binçîney çes.

- ne qale kuř xasîge, karubar baẍe gewragey aẍa weřî xed.

- nene... siřîg hes lenaw ey base... çenî fikir kem û serim ey law ew la bem û têrim...serim lelî dernêçd.

- bes min wey siře zanim... zanim û nayjim... zanim û nayjim... zanim û...

- era nayjîd?... bîj bîj... îme ser le lîman şîwyas... bîj era’îmel era weha jin nexwazê? eray îmel era řojîg fikir nekird bîjd kuřim êwe jindan hes nîye mał wimłałdan hes nîye? axir bîj...

- zanim û nayjim.

- ame îtir ew řoje pêş ewey aẍa û mîwanekanî bên řenicberekan lenaw xoyanda her sergermî demeteqê bûn, yekêkyan deyut:

- eger çîmne lay aẍa we tîmene pî... her îjdîd bes min serim ley kare deriçdu zanim û nayjim...

- eger pyawin wîrin nizîk aẍa bûn, bifermûn biçin bîjnepî...

- ehû... xu dî giştiman wek seg lelî tirsîmin bes çe bikeyn mał û miłał dîrîn... çwîn îwetyan bikeyn eger kar nekeyn eray? biçîn lelay kî şikat bikeyn qaymqam? he, g řojê mîwan aẍas me’awin? he... gişt řojîg mîwan aẍas...

beledîye? he... şewd řoj her aẍa giłob û awkîşd... biçîn şikat lelay kî bikeyn?

- bikujîney.

- ha...

- kî we êwe timan ked?

- xoman zewîyege lenaw xoman beşkeyn.

- inca ḧikumet key řîge ded? giştiman giryeyn û ḧepis kiryeyn û mał û miłałman lewrisgî mirin... miłałeganîşman wek xoman bedbext û axir şeř bûn.

- kemîg eqłidan barin weser xodan era diłdan hełnêgird qale jin xwazd çes?

dway dû řuj dewłu zuřna têrin îmeş bameye û birinc û aş û şamî û kałk û wefir kefde jêr desman... we xêr qale sê řuj îme kar nêkeyn û xoman û mału miłałman desman gefde naw řwîn...

- çend kawiř ser biřyed?... sałîge guşt nexwardimes lew ’eyde newud.

- kûre mamrîş xoyn.

- wełła ême bedbextîn, ser mamir û kawiř era ḧakim û qaymqam û aẍagan bûřyed...

axir şeřegan îme sûqanegeş nêkefde desman.... aẍa bes ewe zand hawar bikede ban serman û bîjd:

- ban ey sûqaneyle bixene werdem segegan.

- wełła bawe řas key, dem xoş segegan qedir û ḧurmetyan lelay aẍa efendî le îme zyatre... ewîş era řa û خۆێ...

- zanî era? nek era seg wefa dîrd... beşkem karî wesegegan kefd we gel xoy bedeyane řaw...

- bese dî... bîla buřîmnewey, çebûd bîla bûd fate diryede qale nêdryed we’îme çe...

ḧez keyd baẍe gewrageş wenaw qale binwîsnidew we’îme çe!.

- bes le hwîrdan neçd bes minzanim era aẍa fateda we qalew wey cûre swîr eray ked.

- ḧeme bijnef... îse giştiman... eger carîk tir ey qiseye dûbare bikeyd we bêł û qułinge kefîne gyandû kut kutid keyn û zwanîşed biřîn û beynede werdem aẍaw îjîne pî «aẍe ḧeme buxt we pîd ged».

ame, serim lewe sûř nemabû ke em gişt qisey řenicberekan û serincekanyan hemû her řûbeřûy minew corêkî letane. leber ewe bêdesełat bûm winaçar bûm nem’etwanî hîç şitêk biłêm... min ke qebułim kirdibêt fate bixiwazim, debwaye qebułî ew serinc û tane û twancaneşim bikirdaye... bełam zor derbestî ewe dehatim ke řenicberekan hemû şitêkyan dezanî û wirya bûn... deyanzanî aẍa hîç nîye eger eman nebin...

baweřyan be xoyan hebû, lenaw yekda piştigîrî yektiryan dekird û bo yek desûtan û yarmetî yektiryan deda... heta ew řoje ke gwaye marey fate le min debiřn, yekêk le řenicberekan witî: ba aẍa bikujîn û zewîyekanî leser xoman dabeş bikeyn.

deyanzanî aẍa řencî emane dexwat û xoy hîç nîye û leser şanî ewan û be areqî nawçewanyan arezuwekanî xoy becê dênêt ca ameřeş, seyr ewe bû legeł ewey ke ew hemû şiteyan dezanî û zorîş le naxewe řiqyan le aẍa debû, keçî hîçyan nedekird, le hemû emane seyr tir her ke aẍa derkewtiba hemûyan řengyan zerd hełdegeřa û hîçyan pê nedewtira cige le «aẍa emir keyd...belî aẍa... weban çaw aẍa... giçşitî le oẍirde».

ame be bê dengî serî daxsitibû wirtey lêwe nedehat.

miçe lem bê dengîyey ame řeş sersam bibû ameyş her ḧepesabû, bebê ewey seyrî yektirî biken ya qiseyekyan le dem bête der yektiryan cê hêşt.

miçe bedest û pê xwênawîyekey û çawe zeqekanî be tûřeyî û peşokawîyewe bew şewe zenge řîy kuncekey xoyanî girte ber...

ameş خۆێ û yadekanî legeł fatey daykî miçe û qaley bawkîda řûy kirde barîke řêgakey ke besed tase û heł’engûtin deygeyande małekeyewe.

***

renge hîç şewêk temenî tarîkî û bê dengî le jyanî ameda ewendey em şewe dirêj nebûbê, netarîkî kotayî dehat û ne dengêk debuwe mayey ewey bê dengîy em şewe samnakey nextê biřewênêtewe... le seretada hîç şitêkî taybet û dyarî kiraw be mêşkîda tê nedepeřî, hemû şitêk be biçiř biçřî û têkełî be ber çawîda řadebûrd.

lepaş nextêk ḧesanewe û aram girtin kewte bîkirdinewe û em řûdawaney wek fîlmî sînema hatnewe ber çaw...

fate bê desełate û řengî têkçuwe û depařêtewe û birîndare.

miçe be pele goř hełdekenê û bołe bołyetî û demî kef deçeřênê û fate le kadanekeda le ḧesen aẍa depařêtewe, beser dest û pêyda kewtuwe, peřoy minałanî her çwar jinekey aẍa deşwat û be kuł bo kiłołî xoy degryêt, bołe boł beser qaley mêrdîda dekat û awate xwazî mergî mêrdekeyetî... fate darçîn bo miçey kuřî dekutê ta îşî natrîyekey pê cêbecê bikat... miçe le řwî tane û twancî minałanda serî daxsituwe û bêdenge... fate carêkî tir degrê û destî pařanewe bo asman berz dekatewe... ḧesen aẍa bene xwênekey debestê.... hezar wêney têkeł û pêkełî tir.

ame xewî lê ziřa bû... herçî em law ewlay dekird xewî lêkewê bê sûd bû, hewłî deda bîrî biçeqênête şitêkewe ta emaney le bîr biçêtewe... her bê sûd bû...

penay birde ber tilyak... her legeł yek dû mijda temenî geřayewe bo ew řojey ke qale basî ledaykibûnî miçey bo kird... seyr bû... tilyak ew karey bînîbû ame her wek ewey emşew gwêy lew qisaney qale bê car carê wek biłêy qisey pê debřê û pirsî pê dekat awha le bêdengîyewe bo pirsyar deçû...

(ame... çît bo baskem... paş ewey fateyan bom gwastewe le xane baẍekeda jûrêkî cwanyan bom dirustikird!! jûr he. ame...jûr...le řastîda xan bû... ame xan... he... hemû şewê qaçaẍ çîyekan qałî û sinûqe çayan dehêna û debird û lewêda mamłet û ḧîsabî xoyan dekird... zorbey şewekan aẍa be kiłaşewe dehate xane bax...

beşew legeł qaçaẍ çîyekan kiłaş û be řojîş legeł qaymqam û ře’îs beledîye pêławî le pê dekird... şew heta beyanî ḧeresî fate bûm... zor hîlak debûm... řojêkyan aẍa witî:

- minałekan bê fate îdare naken...

her le małe gewrekey xoy le ḧewşekeda jûrêkyan bom xałî kird, hendê şew jine gewrekey aẍa way dezanî lelay jine biçkolekeyetî le řastîda lelay hîçyan nebû...

aẍa dehate jûrekey ême, îşêkî bomin dedozîyewe û belayekda deynardim û... nem dezanî çî bikem... řû le kwê bikem? nemdetwanî berew şarezûr bigeřêmewe...

deyankuştim... le destî aẍaş řizgarim nedebu, pyawekanî... polîsekan... qaymqam û qaçaẍ çîyekan, lemane seyrtir fate ḧezî le aẍa kirdibû... eger dû sê řoj carêk dyar nebwaye minî denarde dway... demwîst qise bikem, keçî be aẍay witbû gwaye be qisem nakat... aẍa gelê car lenaw baẍda deybestimewe be qed darêkewe û darkarî dekirdim... hemûy leser ewey be qisey fatem nekirduwe be byanûwyekewe neçûm bedwayda. fate zigî piř bû... le şewêkî baranda jan girtî... lelayekewe ḧezim dekird bimrê û minîş lem derd û azare řizgarim bê û lelayekî tirîşewe diłim pêy desûta... bebêkes û nefam û quř beserim dezanî û herwam dezanî dîwî dûhemî xome... minîş pêş ewey bême xaneqîn ewendem xirape kirdibû... ewende gunahbar bûm hemû kesêkim be quř beser dezanî û le hemû kesêk debûrdim... ew şewe fate her detlayewe û her deyqîjand... aẍa bexeber bwewe û leber çawî jinekanîda deyneřand...

- qale seg bawig eye çes?...bîje pî bîla dengî nejnefim era jin eger jan bigird ’ałem xew ḧeram ked? kipî bike załe terek bîm... wełła fate zayd jan girdêsey miłałî bûdu nêwid we cîru ceḧenim... demî bigir, keř bîn...wey nîwe şewe awayî yege hawirde xewer?!

ame... aẍa be corê deyneřand le tirsanda delerzîm... naçar bûm destim naye ser demî fate û ewîş beqep destekanmî birîndar kird... baran ta dehat betaw daydekird...

fateş... nazanim çî biłêm weku wirçî birîndar deynałand... her ke miçe le dayk bû fate hawarêkî kird herçî mał û minałî aẍa hebû wayan zanî agir berbuwete małekeman, miçeyş her leyekem satî le daykibûnîyewe be dengî zor berz degrya... beyanî giryan û êware giryan û şew giryan îsraḧetî małî aẍay têk dabû... aẍa naçar bû derman bikat û carêkî tir bo xane baẍ û naw qaçaẍ çîyekanman binêrêtewe... diłim xoşbû, le diłî xomda witim îtir řizgarman bû keçî her paş mangê kemtir jine nawencîyekey aẍa minałî bû... êmeyan geřanewe bo małî aẍa... debwaye fate şîr be minałekey aẍaş bidat... nazanim lew kateda çawim hîçî debînî yan ne, êsta sed şukur çawim kwêr buwe û hîç nabînim... ame, şitêk ke hergîz le bîrim naçêtewe... miçe temenî le sał zyatir bû nîweřoyek fate xwardinî bo hemûyan dadena û minîş boyanim debird û leser sifreda řêkim dexist... miçe degrya... daykî destî gîra bû... lepiř miçe bo yekem car witê:

- bawe...

min û aẍa. herdukman řaçełekîn û serincekanî herdûkman le řuxsare bêgunahekeyda kobuwewe... ame... meger şimşêrekey îmamî ’elî bitwanê yekê le serincekanî min û aẍa le řuxsarî miçeda cya bikatewe... ew kesane ke lewê bûn hemû têgeyştin bełam kê detwanê fize bikat?...

pelamarî miçem da û ewende be tundyewe guşîme singimewe hêname derê... baweřit hebê hîç katê řojê le temenmida ewendey ew řoje negryawim... miçeş degrya... bełî miçe bo şîr degrya, bełam min meger xwa her be gewreyî xoy bizanê çend be kuł û boçî degryam!

wam dezanî herçî kiłołî dinya heye hemûy dirawe be kołî minda... ewende diłim be xom desûta... hemû henawim bû be pełas- y řeş... paş eme beçend mangê fate leber çawî aẍa kewt, her ke miçe bo yekem car witî «bawe» îtir lew řojewe min kewtinê kewtim hîç şitêkim pê nedekira...aẍayş derî kirdîn...

«ame... era qise nêkeyd?...bîj min kuř bawig xomim ya zułim?» he... carî bawig xoy û dayg xoy nezanistin kuř ḧesen aẍas yakî zand?... qerusan piře le miłał we ḧesaw nêtyen...bîme se qewr ken... qewr kenegan nasnem hem xase nawim nadene beledîyew wişar wederim biken... çe bikem? zimsan bûd...taw wisan bûd... befir bward neward min her gereg bame ban qewr... xu newîme se firîşte çuzanim miçe efendî kuř kamyanîd miçedî çetwayd dayg xod kuştîd? min ’umirim ewene wegel mirdêyyegan birdime se ser ewene wegel zîngekan newrdimese ser tawanegan xede fikirim... bawgid leşî mirdibî û bes serî kar ekird... serî piřbî le jan...derwînî agir egird wek agir kadanege, ew agire le kadanegeda qij serî çermî kird... ew dwêkełe yarû le kadanege derçî bîye perdeyîg řeş û çaweganî pûşêw kûrî kird...miçe twad bikujdem we xoyew îse nawî deme şurte... he... era ey dûnyaye fire xoş twastime? serim bêse qerusan... miçe ger bizand yeg hefte werc le ewe lew qewrsane çi pet petî yîg hate serim, çe bîjim bîjim kî xistime naw çał? eger zwanim byatade tene şûr řojî milyon kes we aw çawim eşûrdim û řewaney me’îdey xom ekirdim bes çare! xozge serim byatade cennet dunya yîg xoşî tir bidwînistan bes ax û dax ne aw çawim zimzemew neserim cennete û nezwanim tene şûre çebkem?...

ame, em şew behîç corê xew naçête çawîyewe her satew be corê bîr dekatewe û her satew core wêneyekî seyr be ber çawîda têpeřê. qise û řengî qale le layek, miçe û qisekanî daykê û ḧesen aẍa û řenicberekan emane hemûy keresey xew ziřandinî ame bûn... her em dîw û ew dîwî dekird bê sûd bû... ew şewe nexewt bere beyan paş ewey ke ḧacî bîsmîllay mêrdî bo nwêjî beyanî hełsan hendê xew be astem çuwe çawekanîyewe.

***

ame pêş ewey miçe le gořistan bew şêweye bibînê beçen şewêk tûşî gêçełêkî zor seyr hatbû, katê ke ser le êware zołêkî be lutfîyey kiçî mam semînî goř hełken fiřê dabû û zołekey nabuwe jêr ’abakeyewe bo paşa koprî birdibû berew řûy mam semîn hatbû... mam semîn be guman bû lewey ke ame bê nihênî nîye, çend şew carêk be tarîkî dête qebirsanewe û lewe detirsa ame fêrî goř hełkendin bibê û bibête beş xoryan, her ke řû be řûy mam semîn bû, zimanî ledem nema... ḧepesa... mam semînîş lewete amey denasê hîç katê way neydîbû... amey hemîşe her beserbestî û bê perwayî dîbû... hergîz şermî le hîç kesê nedekird... tenanet řêzî pyawe gewrekanî zor degirt û hîç bayexêkîşî be xełkî lewçe û herçî perçî nededa... xawen zimanêkî şîrîn û qise xoş û hemîşe lêw bezerdexene bû... hemîşe weku firîşte deçuwe hanay hemû bê newa û bê deretanê...

bîna sîbayan ne.... giring belay amewe ewe bû ke karê bikat xoy û wîjdanî xoy pê řazî bikat. mam semîn deyzanî ame siř poş û bê perwaye her şitêk bikat bo herkesê çaweřêy padaştî lê nakat, hîç katê gileyî le jyan û barî jyanî xoy nakat û bedem hejarî û destikurtîyewe nanałênê, hemîşe her qayle û her serberze.

mam semîn nek her xoy bełku hemû pyawêkî pyaw... hemû hejare diłpakekan, hemû lê qewmawekan ameyan bem şêweye nasîbû û le naxewe ḧezyan dekird xoşyan wek ew bitwanin be cur’et û bê derebest bin... mam semîn ew şewe amey bew şêweye bînê... piř bedił ḧezî dekird lêy nizîk bibêtewe û hewłî ewey legeł bidat yarmetyekî bidat, keçî her ke em hengawê lêy nizîk bêtewe û hewłî ewey legeł bidat yarmetîyekî bidat, ew sê hengaw berew dwawe degeřayewe mam semîn serî suřma, tekanî dedaye ber xoy bo ewey bizanê çîyetî û bo wa peşokawe, ewîş paşewpaş bere û dwawe bere û małdekşayewew çend carê pêy le kêlî qebrekan heł’engût û be pişta dekewt û be tundî minałe zołekey le jêr ’ebakeda degûşî ta le destî ber nebêtewe... her ke mam semîn be zerdexene û be nermîyewe berew řûdehate pêşewe ewîş bemonî û bebê dengîyewe berew dwawe hengawî dena... lew şewe tarîkeda eger çî nêwanîmam semîn û ame le çend metrê zyatir nebû... keçî dû cor serincî bêdeng û dû cor řuxsarî seyr, ferhengê wişe û řiste û nihênîyan dadebarande ser ew gořistane hêmin û bêdenge. em be nyazî yarmetîdan û be zerdexenewe hengawî dena ewîş le tirsî aşkira bûn bemonê û girjîyewe dekşayewe...

soz le serincekanî em da’ebarî û řiq le serincekanî ew da’ebarî, tirsî ame û sozî mam semîn û çend ser qebrêkî mat û bê deng û asmanêkî bê mang û estêre bibûne «bextî lutfyey kiçî mam semîn»... zoł şardinewe key bê bextîyekî ewtoy tya bû wek ew bê bextîyey ke kuře hawsêkeyan be zor le şewêkî awha tarîkda pelamarî lutfyey dabû, be heřeşe û guřeşewe xoy fêrî lutfye kirdibû... mam semîn behêmnîyewe bo ame deçû, ameş betirs û řiqewe berew dwawe dekşa... ta le sinûrî qebirsaneke çûne derê, em boçûn û kişaneweye her berdewam bûn... bełam herke le qebirsaneke dûr kewtinewe mam semîn be hîmnîyewe be qisey xoş deywîst têy bigeyenê keçî bê sûd. ame be xoy û zołekey jêr ’ebakeyewe be taw û beřakirdin xoy geyande kuncekey xoyewe, herke geyşte cê le tirsî ewe newek kesêkî tirî beserda bê û îşekey lê aşkira bibê bê ewey pişûyek bidat û tozêk biḧesêtewe her yekser û zor be pele le ḧewşey kuncekeda gořêkî çikolaney bo zołekey lutfye hełkend û têyda şardyewe.

***

se’at şeşî beyanî bû dengêg le řadyoy beẍdawe wek mijdeyekî gewre şarî geşandewe, zorbey ewaney ke le zimanî ’erebî têdegeyştin kewtibûne nêwan ew kesaney ke ’erebî nazanin, beyannamey şořşî çwardey temûzyan dekirde kurdî û turkumanî û manay beyannamekeyan bo lêkdedanewe. nemzanî le barey çîyewe dedwên, tenya daykim nebê ke xêra pêy witim:

- ’inqilabe.

berew kuncegey ame řamkird bo ewey wişey «’inqilab», em wişe tazeyem tê bigeyenêt manakey çîye... be qaymî le dergakey amem da û kiçekey witî: daye le mał nîye, ’inqilabe, çêse deşt, îjit muzaheres, me’nay çes muzahere? biçuwe bazař û bewe duya.

berew bazař û meydan řamkird wamzanî weku caran be asanî degeme ame, keçî le nêw şepolî xełkîda win bûm, xerîk bû bixinkêm her pirsyarim dekird... çes ’inqilabe ye’nî çe? çedane? kes wełamî nedamewe her xełk bû û bedway yekdîda řêyan dekird û deyan wit:

- bîla biře sîmne muzaherege.

deşê yekem hoy ew xo pîşandane gewreyey xaneqî ew hemke zułim û zore bûbê ke bibwe kot û dem û zimanî xełkekey bestibuwewe, berastî řojî hejar û aware û lêqewmaw û beşxûrawan bû, zor kes tênedegeyşit şořş yanî çî, her yekew be corêk lêkî dedayewe bełam ke bînyan ameřeş kewtuwete pêş xopîşandane gewrekey şarewe û bijî û biřuxêy kirdibuwe diruşim, hemû hejar û řeş řûtekan pêwîstyan bewewe nema kesêk manay şořşyan têbgeyenêt tenya bînînî ame herçî ew şitaney ke têy nedegeyştin hemû boyan aşkira bû û zanîyan şořş yanî nemanî zułim û zor û serkewtinî hejaran û řuxandinî załim û xwên mijan.

ewî řastî bêt leber ser kwêrî û hejarî û nexwêndewarî xełkeke ew diruşmaney ke xopîşanderekan berzyan kirdibû be başî tênedegeyştin be taybetî em diruşmane: «pîroz bê ḧîlfî beẍda řuxa» «îsti’mar û kilkekanî goř be goř kiran».

eger çî ame le mana ḧerfyekanî em diruşmane tênedegeyşit, bełam mana giştîyekanî be asanî û řewanî bo xełkeke bas dekird û kořî bo jinan û pyawan debest, herçî hejar hebûn le dewrî kodebûnewe û pirsyaryan lê dekird ame be tenya xoy debuwe hemû êstigekanî dinya û beser heşt mewcda hewałî serkewtinî şořşî biławdekirdewe û mijdey be hejaran deda ke emřo řojî xoşîyane û debê beher cor bê bîparêzin û řê bew kesane nedrê ke dûberekî dexene nêwan mîlletewe... ame zor begermîyewe daway xoşewîstî û yekgirtinî xełkî şarî dekird û be hemû twanayekîyewe mebest û amancî şořşî be kurdî turkimanî řûn dekirdewe, îtir ame buwe maykirofonî şar û be pêy twana û lêweşaweyî xoy wişekanî împiryalyet, ḧîlf, soşyalîstî, şî dekirdinewe û hanî xelkekey deda be hemu hêzêkyanewe piştigîrî ew şořşe biken, hemîşe deyut şořş hî êweye û bo êweye, xwên, mał û samanî le pênawîda danên... bîparêzin řojî şeref û kerametî hejarane, řiqî xełke sadekey dademirkanewe û řêy hełeşeyî lêdegirtin û baweřî be kuştin û tane û twanc têgirtin nebû, řojanê bû xełkeyan têda wa germ bibû bo řiştinî daxî diłyan daway î’damî fiłan û fîsaryan dekird keçî ame zor salarane daway lêburdinî bo hemû xetabarê dekird û... deyut lemew dwa... heta ḧîsabî bo bikirê hemûman xetabar bûyn...

bêdengîman xeta buwe... nezanînman xeta buwe... qayl bûn û milkeçîman xeta buwe... be xełkekey deselmand ke nabê be hoy em xetayane siza bidrên... ame buwe musteşarî hejaran û dengî řasteqîneyan, hemîşe benaw xełkekeda degeřê û manay şořşî bo lêkdedanewe û eger çî jinan gałteyan pê dekird, ewî řastî bêt beẍîlyan pê debird, ke çon bekirasêkî řeş û foteyekî řeşewe... be dem û çawêkî řeştir û cesteyekî nařêkewe bwete pêşewayekî mîllî ew afretaney ke gałteyan pê dekird le řîzekanî pêşewey xełkida ewestan û gwêyan le qisekanî řadegirt... hemîşeyş her piştîwanî hejar û lêqewmawan bû û be hejarî xoyewe ewey le twanay hebaye le yarmetî danyan dirêẍî nedekird.

heç hera û nakokyek řûy daba xoy dexsite beynewe û debuwe kotrî aştî û hemû layekî be yekewe aşt ekirdinewe û îtir xoşî û zerdexene şwênî řiq û kîne û tûřeyî degirtewe û hemû layek ekewtine maçkirdinî yektirî.

ame be xuřewştî baş û řeftare mîhrebanîyekey bo xoy le şarekeda bibwe şajnêk we leber ewey ke ser be hîç komeł û desteyekî řamyarî nebû, xełk xoşî dewîst, naḧezekanî bere bere bûne dost û layengirî...

ame řeş herweku pêşû le kuncekeyda mayewe û heman kirase řeş û fote řeşekey beserewe bû, bibû be yek parçey çalakî û her nedesrewt... leher şwênêk hera û pêk hełpijanêk řûy bidabaye be xêrayî xoy degeyandê û dekewte nawbijî û amojgarîkirdin û kotayî beherake dehêna... bew řeftare berzey zor kesî le azardan bigre le kuştinîş řizgar kird be taybetî ḧesen aẍa û hendêkî tirî weku ew ewende xirapekaryan kirdibû řenicberekanî xoyan û xełkî ke azaryan bedestîyanewe çeştibû be petewe deçûne gyanyan eger ame firyayan nekewtiba ewa deyanxinkandin û be nêw kuçe û kołanekanda řayan dekêşa... nek her ewende bełku dabînkirdinî xoyan û mał û mindałe derbederekirawekanîşyan ke zewî û zar û dêhatekanyan çoł kirdibû û xizabûne naw şar û xełk xanûy bekirê nededanê, girtibuwe esto û mişûrî dexwardin û xanûy bo peyda dekirdin, wa hełkewt małî ḧesen aẍa hate geřekekey ame û bûne dirawsêy, eger çî ḧesen aẍa temenî her pencasałêk debû, bełam paş çend mangêk le pel û po kewt û tûşî nexoşî îflîcî hat û lenêw cêgeda kewt, خۆێ û her çwar jinekey û sê kiçeke û herdû kuře gewrekey le ḧewşeyekda dejyan û nizîkey sed metrê le małî amewe dûr bûn...

ew xoşî û serbestîye çend mangêkî xayand... le paşan bere bere ta dehat sard debowe û tîn û tewjimî kiz debû... ew xêr û xoşî û bextewerîyey cûtyar û kirêkar û sercemî zeḧmetkêşan le şořşyan řeçaw dekird û be hîway bûn hîç nîşaneyekî bedî hatnyan dernekewt, bełku le cyatî ewe řojgar berew nařeḧetî deçû keme kemeş xerîk bû zebruzeng serî hełdedayewe û... ame řeş lew serdemaneda pîrî zyatir lê bedyar dekewt... ḧacî bîsmîllay mêrdîşî emrî becêhêna... îtir ame kemtir derdekewt... car carê debînra, bełam ewende bemestî berêgeda deřoyşit letrî deda, tumez ewî bêçareş le weřsî řwî kirduwete heman bezmî tilyak kêşanekey carî caranî!!!.

rojêk le piř zeynebî jinî ḧesen aẍa xoy eka be małî ameda û ekewêt beser dest û pêyda û ełê:

- ame bûme qurband... zanîd wext xoy ’ałem qedru ḧurmetman egirdin û hezar noker le jîr desman kar ekirdin û pekman era hîç çiştîg ne’ekefit... çe bitwastayt le ’asman ehate xwar û fikir ley řoje řeşane ne’ekirîn ke řojîk têd řenicbereganman ban û şarwederman biken û zewî û baẍ û bosan ḧikumet le desman bisînin ew wexte her fikir le zig xoman keyn û fikir ley řoje řeşane ne’ekirdîn... dî guzeşt...

- zwî siřeged derbike netirs.

- nêwrim tirsim şerim kem. zanîd aẍa îflîc byes û le mał keftîye .

- zigid piře?

- ha... a... wey wey řûy řeşîyey xom nêzanim çe bîjim ey kare nêw tiryed axir ser era kûre hełbigrim? zanim wek ’ałem nîd û zanîd ley řuje řeşeyn.

- çetway we ban çaw kareged weřîxem.

- bes twam xom bikujim... tirsim dway eweş bimirim ḧeyam biçd, her yekîgman keftîne selayîg. wirsî mane... řoj we řoj mirdin we çaw xoman dwînîn... jineganî yekîgyan kuřeganî gewra bîne û twanin kar biken. ûy ame lerz kefte gyanim... eger miłałegan newyatan xom ekuştim... zanîd kî zigim piřkird we zûr?

- ne, nêtwam bizanim....

- ne ame, her era ewe serd çermî bûd?

- hwe, serim eye bîs sałe her le xoyew çermî bîye, çe bikem?

- nêzanim çwîn xom girdimes. weha hatêse pîm bitirsim bilerzim û miłałege le barim biçd.

heweganim řiswamken û dewłim kutin.

- îse tiwayd fiřey bideyd ya beyanî dû beyanî...? kêf xode key tiwayd min ḧazirim ḧez keyd îse ḧazirim çunke kes le małman nîye we des doytegem xewer erayan nîrim û ta lay miłałegand nîşdikaregem tewaw bûd.

- ne ne ne ame ne...

- era ?

- doyteged lewra we pen bûd.

- era xo nêxuney ? le doyteganî zyatir kî hes?

- kuřegan ḧesen aẍa.

- ley wexte çeken le mał? pyaw nîn biçne deşt?. biçne çayxane era îseş we xoyane text û bextegey caranyan maye û cyan le ’ałem ? he, ew bawge mird.

- a... le ’ałem cyan.

- çwîn?

- çunke ḧemîd kuře gewragey ḧesen aẍa nîwe şew hate ḧucregem.

- ha? çeyjîd zeynew? kes le mał newî?

- ne, xoşgeganî leban wel min û miłałeganim xefin... daygyan çêse lay kuře bîçkegey... jinegey tirî nêzanim... mayese ban kêf xoy, we serxoy têd û çid, ey law ewla ked kes lelî nêpirisd çîde kurew çekeyd, miłałî le ḧesen aẍa newî û mîratîş eray nêmînd dî çebked lelay? era xoy cirit û firit ked we kêf xoy maye.

- ey doytegand? kesyan we geld newîn?

- ne... le ban xeftibîn... hatme xwar aw erayan bom...çîme ḧucre le telace textege kemî wefir mabî... twastim bigirmey des û wel aw bomey era ban xanî, ta çîme naw ḧucrege û qepaẍ telacege hełgirdim û serim xistime nawî, dîtim yekêg le piştimewe girdem û des xiste ban demim.

- hawar nekeyd newek ḧeyaw namûsd biçd... ha?!.

- hawar çe ame, gîsim buřn ke weha biřya, piştim gird dî le piřûk çîm we xomew cinokey ’edebe... her ewet:

- min dî hîç gewadîg dwêt nadede pîm... dwêt herçêy û perçî nêxwazim...

aẍagan neman...dî tewaw pareşim nîye biçme ey law ewla...

- dî wezûr bigîr kar xoy kird. le hûş xom çîym.

her çonê bêt ame- xoy asayê çî pêwîst bû bo zeynebî encamda.

***