9
ke miçe leser qebrekey bawkî geřayewe bedem řêwe û leber xoyewe deyut:
- a melîḧe xas kirdim... desim xoş bûd, çebûd bîla bûd, bawgim gişt řojîg milyon car řa’eçełekî lenaw qewr. nêzanim bawgim tawanî çebî? axir min tawanim çebî?
zwî yetîm bîm... a desim xoş bûd abawe îmeşew xas bixef... bîs sałe çaweřêy ey řoje keyd kuřeged gewra bûd û ḧeq xoy wedes xoy bisînd... le fikirdim nêçd ke ew tîde pîm... «řołe ḧeq xod we des xod bisîn» a xozge le qewr derbiçîd û bidwînîdem, çwîn ḧeq xom wedes xom sendimes... zanim îse zanîd bes ḧezkem bidwînmed... bidwînîdem, xas kirdim dî çebûd bîla bûd, îmřu řwîm çermî bî hatme lad, ḧeqim le bin zewîş bûd sînmey dî dax naw diłim derkem... mirazim ḧasił bî... îse melîḧe çide lay bawgî... çekede pî hey tiř wecîř û cehenme...dway îse dî xas bûde gewad we ban dwêtegey... çwîn le naḧeq wemin ewut bawge gewa deged pider sege řojî jinîg xwazd... eycare minîş ḧeq xom le daygim sînim... ne... gunaḧe gewram kirdîye... şîr daye sepîm... gûnaḧe ḧerame ’ezyetî bidem! era ḧerame? era her min ’ezaw dunyaw qyamet bixom? ne... xuda çwîn qebûł ked?! era ’ezaw eyane nedem û ḧeq xom nesînim?.we yeg defe ḧeqsendin xoşe nek tuze tuz. tuzî we kar çetêd?...
ḧeq xom le řefe sendim bîla ḧeq lew dayge seg bawgeşim bisînim... bawe nêzanim:
çebkeme pî... we çeqû serî buřim û xwînegey têkeław xwênegey «bin» melîḧe bikem. a her dû xwînege bûne cûge yîg û le belu’e çine naw aw kordere, kî zand?
kes... bes eger pirsîn daygid ha le kure?
- çe bîjim? çe hate pî? inca îjin...
înca teḧne den le lîm û îjin....
- daygîyşî ser xoy bizan era kure heł girdîye? ax bawe nêzanim çe bigem? nêzanim bes gerek xwîn her dûgyan biçde naw yeg cuge... bîla xwînegey melîḧe wişkew bûd... ne... we ḧebil. we ḧeblege bixinkimey, wek gîsk le milî bigirim û pelekîşî bikem û bomey era paşa kuprî... a bawe lenaw ’ałem lewer çewyan pelekîşî kem... bîla bîjin, çeyjin? le fikirim çid?... seg bawig dałe xîz eçîde lay řefe û enîştîd û fiçe fiç ekirdîd? ewîş gûş erad etekand, ey fiçe fiçe fiçeyle le hwîrim nêçin!
agirekey ḧemam netwanist ey fiçe fiçe le fikirim bisuzind, ne, her çend daru zibîl û qaqez û ḧesîr û se’af lenaw kwîrey ḧemam suzya, bes ey fiçe fiçey tu carî lenaw serim nesuzyayes... ne carî maye û ne suzyayes!!... îmşew suznimed a kemede dar xemede naw kwîrege û temaşad kem... bizam çwîn suzyeyd... le qar tin ciẍareş sînim... qesem xwardibîm ta mirdin ciẍare nekîşim, bes şerit û ehd bûd we ban des ḧezret ’ebas ey qeseme bişkinim ta gyand suzyed... şewîye koneged bûde pete sû, bûn petesû nekem diłim israḧet nêked... a suznimed... suznimey... le fikirim çî seg bawig we le qe edayd le lîm û ew tîd:
- biçû era mamed ře’ûf ciẍare bisîn.
gereg demd bosim çwîn dem melîḧe wesanim û weha hate serî twast bixinkyed bes dem tû qaym wesim, xemede naw gunyegew xemede ban şitanim nene şan çe? pele kîşdikem... kî zand twîd lenaw gunyege? we xoyanewe dare eger teḧneş dane lîm û wetin:
- ha miçe dyare taqetid nemaye, gunye weban şan xod hełgirîd?
- taqetim nemaye, taqetim fires era pelekîşkirdin fires twanim pyaw û jin û miłal ey ’ałeme giştî hełgirme ban şan bes min ḧez le pelekîşkirdin kem!!.
lem ser bo ew serî řêy geřanewey miçe le gořistanewe bo mał le nêwanî dû şitî dij beyekda win bibû, ewaneyş be pêy bo çûn û hełwîstî xoy debwaye ew dengey naxî, ke şew û řoj daway ḧeq sendinewey lê dekird û wesyetekey bawkî becê bihênê û tane û leke leser şanî xoy labdat, debî be xoy biłê miçe desd xoşbûd- duwemîşyan ew peşîmanye nadyar û bê dengey naxî ke çon paş karekey legeł melîḧeda hezaran derzî çeqîye wijdanêyewe, hestî dekird tołey wernegirtuwe bełku karêkî ewende napesendu bê řewştaney legeł kesêkda kirduwe ke be hîç corêk le pakî û bê kesî û bê deretanî xoy cya nabêtewe... ḧezî nedekird tenya be bîrkirdinewey bêdeng, bełku le xewnîşda xoy legeł melîḧeda berawird bikat bełam ḧez şitêke û janî wîjdanîş şitêkî tire...
her emeş bû waykird lesertaserî řêy geřaneweda dû dił bê le kuştinî daykî betaybetî ke bîrî le keresekanî kuştin dekirdewe. le naxda mebestî ewe bû des lem core bîrkirdineweye hełgirê newek peşîman bêtewe çunke tenya peşîman bûnewey ewey bo deçespan ke tawanbare... ewî řastî bêt miçe ḧezî dekird be tawankirdinî qena’et be xoy bênê ke yaxîye le hemu řewşte çespîwekanî naw ew komełey têyda dejî... bełam legeł emeşda le peşîman bûnewe detirsa... ledwa serincekanî bawkî newek pêy biłê:
- hey bê ẍîret pyaw nîd.
le becê nehênanî wesyetekey bawkî wek le řeftarekey legeł melîḧeda peşîmanbuwewe... tarmayî melîḧe leber çawî lanedeçû, eger le bîrkirdinewey xoyda neydetwanî seru sîmay melîḧe bewrdî bênête ber çawî xoy, bełam dengêkî tir le naxda deyhejand û beřewanî řûy le gyanî miçe dekird û deyut:
- to melîḧe kûştey destî dû kesî serekî û hezaran hezar kesî lawekîn...
to kuştey destî daykî xotî û hemû şitêkît la aşkiraye û ta mawît em lekeye benaw çewantewe demênêtewe nek xwênekey melîḧe... bełku hemû firmêskî şewanî kiłołît em lekeye naşwatewe... melîḧeyş kuştey destî bawkî xoyetî, hemû şitêk derbarey bawkî xoy dezanê û bawkî xałêkî řeşe û çarenûsî ewî řeş kirduwe... to û melîḧe nimûney dû kesî zor kiłołn... le kiłołîda çimkî syamîn... to ḧeqî xotit nesenduwetewe û řuḧî bawkit şad nekirdiwe, bełku azarêkî gewre tir û quristir lew çend metre xoł û berdey ser singî bawkitit xiste ser řuḧe azar darekey... çît kird miçe?... ḧeyf... key eme ḧeq wergirtin û tołe sendine... eme birînêke hergîzaw hergîz sařêj bûnî nîye û nabê... eme lekeyekî ewende řeşe herçî awî ełwen heye xawênî nakatewe... melîḧet çend lekedar kird xotit milyon car ewende... çît kird miçe? ḧeyf melîḧey perî... nask û cwan... mirov çît pêy kird miçe?
em dengey naxî eger çî weku derzîy jehrawî deçeqêye dił û derûnî keçî wek corê le tołe wergirtinewe le xoy biřyarî kuştinî daykî xoy lelay çaktir cêgîr debû... wek ewey be xoy biłêt, eger gunahî melîḧem bo neşorêtewe... ca em gunahe çîye?
keçî her řařayî û dû diłî debuwe moteke û dekewte sersingî û ḧesanewe û xewî lê ḧeram kirdibû, pêş ewey le gořistanekewe bigate ber dergay mał ew satane leber çawîda semay dekird ke melîḧe behemû hêzêkî xoyewe depařayewe û daway bezeyî dekird û firmêskekanî wek ewey temenî ew sate bo carêkî tir dûbare bûbêtewe melîḧe hawarekey kird... lem kateda miçe xoy pê negîra, hawarêkî kird gelê le hawarekey melîḧe beriztir bû, be tundî be herdû desî gwêyekanî xoy girt û le tirsî kas bûn û le tirsî gelê şit ke neydewîst ya her neydetwanî tê bigat xoy kird be jûrda û zyatir biřyarekey le mêşkida çespî.
miçe her legeł dergakey kirdewe pêy naye jûrewe, belayewe asayî bû ke daykî le mał nebê, yekser weku kesêk ke karêkî zor qursî kirdibê û pêwîstyekî zorî be ḧesanewe hebê awha bebê ewey xoy bigořê û pêławekanî le pêy dakenê, xoy xiste naw nwênekeyewe, zorî le xoy dekird û çawekanî xoy be tundî denûqand bo ewey xewî lê bikewê, keçî hemû carê dengî hawarekey melîḧe lenaw cê řaydepeřand û hełdesayewe ser pê û areqêkî sard be nawçewanîda dehate xwarê...
wîstî beher corê bê wêney melîḧe leber çawî laberê bewey qisekanî em bere beyane bênêtewe bîrî ke le ḧemamda piştî zelamekanî deşord... tařadeyek twanî hendê şit we bîr bênêtewe û tarmayî melîḧe leber çawî la berê:
«miçe...qewregey bawgid, kemî piştim xas bişûr çirk lenawî xeftîye, çirk sed sałe... miçe beyanî jin xwazim xas bişûrem...
- ha miçe eye dû ’ane...» bere beyanî emro miçe le ḧemamda zor pest bû betaybetî ke bîrî le pare dekirdewe û katê bexşîşyan pê deda.
«- ay xuda ’aney bixere jîr desim... bwarney we ban serim wek waran... ne... nêçim ’ereq we pî nêxom... jin naxwazim çunke kes nîye jin bide de pîm... telef kun nêwim ne, parege giştî bwarne ban serim... ta ew ’aneyeş bixeme naw kwîrey ḧemam... pare era çeme?...we kar çetêd?!! bîst sał cigerm suza nîye çwîn nêsuznimey?
lem yek dû wişeye hîçî tir neytiwanî be bwarî mêşke manduwekeyda tê peřê...
hełsaye serpê le das û hesaneke nizîk buwewe, ewende dasekey be hesanekeda hêna çend carê bew demedase hendê tûkî ser destî xoy taşî û bêdeng û cûłe kewte çaweřwanîkirdinî daykî, hemû şitêkî temenî wek ewey mêjûy jyanî xoy axnîbête jûrekeyewe be wirdê û beřewanî beber çawîda hat û çoy dekird. bê derbestî daykî... bołe bołî westakanî, ḧezî be qutabxane û ḧesretî bo xwêndin betaybetî ew kataney nokî kuławî leber dergay qutabxanekeda be qutabyan defroşt...
ew kiçe cwaney ke pencaflisî da pêy û zembîlekey heta ber dergay małekey hełgirtibû, ew kołaney małî ew kiçe cwaney penca filsekey dabû pêy, cogeley kołaneke, řengî dergakanî, jimarey pencerekanî, małî ser kołaneke hemû dartelekanî kołaneke, nawî minałanî kołaneke, giłop... dar berd, heta mirîşk û çoleke û ḧesḧesekanî ew kołane, ew sê sałe hatuçoy bo ew kołane hemû řûdawekan cwan tir û řewan tir le yadîda dûbare debûnewe betaybetî nîweřoy ew řoje germey ke miçe ḧemałî dekird û leber sêberî pasarî dukanêkda pałî dabuwe û çawî biřîbuwe destî xełkeke ta bizanê kê şitî qursî pêye ta firyay bikewê û be çend ’aneyek boy bibatewe małê ke le piř dengêkî nask û be turkimanî hate gwêy...
- oẍłaneke .
miçe řapeřî belay dengekeyda awřî dayewe...kiçêkî cwan... her le temenî xoy û nextê zyatir be zerdexenewe dûbarey kirdewe.
- gozel oẍłan .
bo yekem car le hemû temenîda le nedîw û nenasêk debîsêt «kuře cwaneke», miçe le xoşîda zimanî bestira, dengî têkçû, şerim sertapay pêçayewe û berew dinyay kiłołî xoy û ew qise sard û sûkaney ke hemû řojê deyan car deybîsê birdî, le piř denge naskekey kiçke we agay hênayewe...
- ebû qew şerî êw mize epar .
miçe le diłî xoyda witî »em zembîle nek bo małtan... bo asman... bo ew peřî dinya... bo cehenem bo her kwêyekit bwê deybem « dûbare zerdexeney kiçeke tasanîyewe... hanî xoy da û guř û coşî hênaye xoy û tekanî zembîlekey da û hełîgirt û kewte dway kiçewe, eger çî małyan hendê dûr bû zembîlekeş qurs bû, keçî ḧezî dekird małyan le ew peřî dinya bêt û behezar sał pêy negen, geyşte ber dergay małî kiçeke... zembîlekey dana, waqî wiřma, qisey bo nedehat...
zimanî tetełey dekird ke kiçeke pêy wit:
- adû nadî ?
zor ḧezî dekird biłê: adim mistefadî ...
keçî wek ewey şermî bexoyda bêtewe, çon ebê em diroye bikat, eger le «cinsye» nawî mistefaye, bełam hemû xełkî her be miçey dezanin, boye yek dûcar be hêmnîyewe û be dengêkî tasaw û nebîstiraw witî: mis... mis.
keçî witî: miçe.
pêy seyr bû, way zanî kiçeke le nawekeyewe dezanî kuřî kêye û daykî çî dekat... keçî kiçeke pêy wit:
- adû êzû kîmin gozel dî .
miçe wayzanî gałtey pêdekat. kes ta êsta pêy newtuwe cwanît keçî êsta kiçê pêy dełê nawekeyşit weku xot cwane... řengî zerd hełgeřa, bełam zerdexeneyekî kiçeke hêzêkî seyrî beçawekanî bexşî, řuxsarî geşayewe betaybetî ke kiçeke destî dirêj kird û penca filsî daye destî û çuwe jûrê û dergakey daxist... îtir ta sê sał le wext û nawextida hatuçoy ew kołaney dekird, berebeyanan dengî kełeşêrekanî denasî... ḧes ḧes û serxoşekanî ew geřekey denasî, řemezanan yeke yeke ḧacî û xêrewmendekanî denasî, cejnan dişdaşey taze û pêławî tazey minałekanî hemû denasê... nawî gewre û biçûkî geřekekey le muxtar çaktir dezanî... naw û naznaw û ’eşîret û îş û kar û xoş û naxoşî ew geřeke le mêşkî miçeda beşêkî tewawî dagîr kirdibû... penca filsî kiçeke be destîyewe meyî...ta ew sê sałe her le gîrfanî dabû... eger çend řojê le dûrewe ya le nizîkewe ew kiçey nedîba ewa bonî penca filsekey dekird û çend carê maçî dekird û şewan deyxiste jêr serînekey, eger çî sereta û kotayî peywendî řuḧî miçe legeł ew kiçeda her ew yek dû qiseyey ew nîweřo germe bû ke miçe zembîlekey bo hełgirtibû keçî miçe hemû řojê, hemû şewê deyut:
- bes bidwînmey îjme pî xoşt twam.
her xoyşî wełamî em qiseyey xoy dedayewe, řenge bayî kitêbê benawî kiçewe wełamî bo em pirsyarey le mêşkî hełdeweşandewe û pakaney bo ew û bo xoy dehênayewe boye gelê car bedengî berz bîrî dekirdewe, beřêwe xewî debînî, le hîçe zerdexene û pêkenîn daydegirt û herweha gelê carîş pestî û matemînî denîşne ser řuxsarî... êsta miçe emane hemûy be berî çawîda beheman qeware û tam û bonewe dûbare debêtewe... katê ke pêławî boyaẍ dekird, zorî řiq le postałî ’esker û polîs debowe... neydewêra biłê be yek fils boyaẍyan nakem... her leber pêławekanyan nefretî le ’esker û polîs dekird! daykîşî wek caran hemû êwareyek le pêşî hemû qiseyekewe hewałî gîrfanî depirsî... «ay hawar ew řojey kemî dest kewtaye» debwaye geřek hemû bibête nawbijîker û lejêr destî daykî řizgarî biken...
řahatûy azar bû... xoy azar bû...
her lem core xeyałaney xoyda bû le dergay ḧewşe dira... dawî xeyałî pisa...
dûbare le derga dirayewe leber xoyewe û lem dîwî dergawe witî:
- he... hem tûy?
- çede řûłe?
- çeme h ha...çembud? hîç.
ke daykî miçe hate jûrê û yekser witî:
- çede bizanim piřûkyaydes?
- le kûre bîd? bîyj le kûre bîd?
- ḧeqid çes le min? jin pîrîgim řesîmese ey ’umre ’eyb û şûreyî taze taze muḧakeme we gelim keyd? era ey ’eyame giştî muḧakeme we gelim ne’ekirdîd? îse taze muḧakeme wegelim keyd?
- bîj le kûre bîd? serd biřim, îse kut kutid kem wek.
- wek çe?.
.........- - çede seg bawig?! axird wek bawgid bûd mîz û gwî keyde jîr xod çawid zeq meke we banim duyaxir wek bawgid kûr buwê:
- ne... ne... wek bawgim kûr nêwim ne...
- bizan bizan... çaweganî weha zeq kirdîye îjîd twad bixodem, dey biçuwe ewla, gwî we řuḧ bawge gewadeged... bawge guř weguřeged yarû.... nadwînîd kilîl qasegey eram wecî hîştîye çetway meḧkeme meḧkeme karî wegelim keyd?.
lem kateda gwêy miçe û çawanî miçe şitî tiryan debînî û şitî tiryan debîst.
(qale kûr çawî nêdwîndu miçeş xeftîye nêzand...
- yełłatu cahił cwanîd çwîn diryayde ey seg bawge?.
- qismet û nisîb jineged cahił cwan bî çwîn hîştedecî?...
- bîla wel bûd çawe cwaneged nêdem we dunya... hezar wek ewe... dî jin nêxwazim...
jin era çeme, şwî ye gedîş kûre...kuřeged bîçge min xom êwettan kem gûş meteken, karubar era kes meke... ey dese cwaned bîla her we cwanî xoy bimînd.
- bes kuřegem sûd sûgewra bûd îse miłałe xom baz dem û tême îra bes eger gewrabî û zanist? tûş çîd jin xwazîd... ha...?
- ne ... le îsewe fikir çekeyd?... çûzanîn çetêde serman û ta ew řoje kuřeged gewra bûd. deseged bixejîr serim... ḧeram nîye ew kûre wedese wişkegey ey dese cwaneyle gird?... çwîn nizîkî ewîd?
buwede qurband... xuşim bûme qurband... pad îjîd xyar awîye.
- zû zwî yałładî... eger miçe le xew hełsya gîrd û îjd daye ew kûreş hawar ked: «fate keř bîde kuřege gîrd» ḧeyam ben ley ban xanîye ’ałem giştî we xewer tên.
- hiş kes nêdwîndeman.
- xas kullege qaym kirdîde?.
- a... hiş...bese era ewene tirsîd? çebî ey miçeye we xuda we xuda eger bikefde desim serî biřim... xwênî xom we xitegele lîman ḧeram kirdîye...gwî kirdêse naw ey şewane.
- guş bitekin, ewe deng miçes twadem.
- nêmird, tîngî bûd nêwid we cîr û ceḧenim).
miçe katê em qisaney daykî xoy û bawkî melîḧey kewtewe yad ber çawî tarîk bû, daykî miçeş çûbuwe jûrekey, miçe bê aga û bê cûłe bû, wextê xoy bînîyewe beser çoka le naweřastî ḧewşekeda kewtuwe, we aga hatewe yekser berew jûrekey hengawî na... yekser daykî miçe witî:
- bîj çede? tiwayd îseş xew ḧeramim bikey?.
- îjim bew nizîkim bikef.
- miçe kuřim wext şeqe nîye waz bar le lîm.
tuře bûn geyştibuwe popey janekanî miçe. demuçawî girj bibû berçawî tarîk û řoşin debuwewe, yekser hawarî kird:
- tiwayd era kure biçîd?
- we kûre çim îse hatim... çede? çetwayd? miłałîd? şîr tiwayd des û pam we ḧebil be sîd? çem maye?.
- hawar neke wexuda we ḧeble gey bawgim xinkinmed.
eger çî daykî wa dezanî miçe nyazî emey nîye, bełam miçe mebestî bû zyatir agadarî bikatewe keçîy mebeste... ta hêzî tya bû dasekey le milî daykî gîrkird û serî le leşî cyakirdewe.
- we xodew şeqekem ha? seg bawig diłim carî israḧet nekirdîye xod lew dinya zanîd era weha kirdime pîd bîla bîla řefe biřesde dadid dił bawgim xwardîd, ha?... we zûr aw ehawirdîde lay newek mîz bikede jîr xoy, pay bawgim û qijî egirdîd û qaym ekutaydey weban zewî û ewtîde pî:
- bes dî bîj fate, neçřem, bîj tobe hawar nêkem nayjim fate aw bar... fate nan bar.
bang řefe bike, era nêçřîdey bîj bew ledes miçe û bawig miçe qurtarim bike... bîla bizanim çwîn řefe têd le des miçe xelasd ked... bîla bad... eger pyawe îse têd...ta xas bidwînded, bizanim dî nizîkid bûd?...
miçe bebê ewey hest be tawan bikat ya bişłejê wirde wirde û leser xoy mişema konekey jîr piştî bawkî hênaw daykî pêçayewe û be çend setełe awê xwênekey xiste naw belû’ekewe û ew nawey be gisk şordewe û dasekey bawkî çend carê maçkird û pak şordêyewe û le heman şwênî xoyda hełîwasî... hatewe ser mişemake...
- xanim... xwîn tû û xwîn melîḧe era kordere...dî çebûd bîla bûd.
laşey daykî xiste nêw gwênîyekî gewre û lenaw tarîkî kołanekeda weku tarmayî berew naxî tarîkîyekî xestitir bebê awiřdanewe û hest be qursî sengekey bika hengawî leserexoy deçeqande ser zewî kołanekan ta geyşte qebirsan û leser gořekey bawkî westa:
- bawe eye xoye hawridmey erad... heq xom wedes xom sendim... xas temaşay bike ta çałîg eray bikenim... min dî ḧeqim nema. lew dinya era xodan çetwan biken, û gorewî dił xodan biken...dî diłim israḧet kird, çałege kenim û xemey nawî û dî çebûd bîla bûd.
katêk ke miçe be guř çałî hełdekend le piř serî berizkirdewe tarmayîyekî beser serî xoyewe bînî, le pêşa gelê tirsa... paşan wirde wirde hêz hatewe berî, gwêy lê bû dengê be astem witî:
- miçe eye çede we gel kî qisekeyd?
- ha ame tûyd? çe hawirdîsede îra wey şewe?.
- hîç diłim teng bî û hatme îra.
- dirû meke...bizan kî zuł fiředaye û tû hawirdîdesey leyra şwîn gumî bikeyd.
- neřûłe era le xodew buxt keyd?
- buxt? he! ame wekî qeşmerî keyd?
- kêf xode.
- îjim ame... swalîg lelîd kem... bes weřasî cwawim bide.
- bîj.
- ame tû fire çişt zanîd min kuř bawig xom bîm ya kuř yekîk tirim?
- wî miçe şît bîde?
- ame zanim siřd qayme biden le serd siřîg dway hezar sał nêxeyde deşt! bes bîje pîm bîla yeg car siřd qaym newud... we gel min bîj min kuř bawig xomim yan kuř yekîg tirim?
- kuř bawig xodê.
- ne dirû keyd, bawgim pîr bêw daygim cahił bê... çûyn kuř bawig xomim?
- wetme pîd kuř bawig xodîd... era tiwayd bitirsinîdem newek ey kare aşkira bikem?- ne nîtir sinmed... bes twam bizanim weřasî bîj, her çend řas û dirû lay tû wek yektir bîneseyek û têkeł xwênd bînedî nêtwênî waz le pînekirdin barî, bes yekcar we řasqemîn bîj miçe tû zûłîd.
- zûł nîd kî ey qisekird? kî wete pîd?
- nayjim tû řasî yegey aram bîj?
- axir bîla bizanim kî wete pîd?
- xom zanim.
- ne le kî jineftîde?.
- lekes .
- eger wetin zułîd baweř wekes nekeyd bes wemin... wemin bawiř bike tû zûł nîd yanî zûł nîd dî bweřewey.
- bese era daygim qebułkird şwî we bawgim bikedu bawgimîş pîrbê?
- wezû daney pê.
- era?
- tiwayd îmşew le paşa kuprî bimînîn?
- dyare we temayd leyra bixefîn!.
- a... dî le çe bitirsim? bes bîj.
- gerek biçme mał... doyte ganim çaweřîm ken.
- heřa meke wextî pirsim lelîd bîj aya ne û.
- ne û.
- baweř we pîd nêkem.
- kêf xode eger tiwayd serim buřîd wek daygid, serim buř. netrisyames, g se’atêg serim era biřîn ḧazre, le heřeşey kes nêtirsim... eger tway we heřeşe bitirsinîdem min nêtirsim bew bûřey... bes tû kuř bawig xodîd... bese dî...
- sertû wek ey qewrsanes, diłîşd qewrsan siřu tiř ey şares le tin zyatir bêcge le tin kes nîye řasîyege bîjde pîm minîş her twam řasîyege bizanim duyaxir çekem era xom tû ḧeqid newud...çebûde pîm eger řasîyege bîjîd dî tewaw çebûd bîla bûd.
- eye řasêyeges yarû xistimey nawmiştid... baweř keyd kêf xode baweř nêkeyd hem kêf xode... serîşim biřîd hem kêf xode.
- serd nêwřim... musteḧeqîş era ser biřîn... bes ser tû nêwřim...eger pirsîd era? nêzanim heř bimîn era peřu pîne kirdin, derwen meye, ḧeqim wepîd nîye bes bîje pîm kuř bawig xomim ya kuř pyawîg tirim ta bizanim kîye?... biçme lay bidwînmey û tifîg we çarey bikem.
- ser ewîş bûř ha...
- a...
- miçe çe jineftîde?
- ha ame... bîjme pîd... a bîla bade hwîrim... daygim werc lewe şwî bikede bawgim doyt bî ya min bîm û bawgim hawirdey?
- miçe çe jineftîde?
- jineftim we tin: řeḧmet le bawgî çwîn ey jine sitir kird? xwazî yey û hawirdey û kuřegey îwet kird!! îjîd bawgîye tû xuda eger yekîg bidwîndeyan îjd eye bawe pîre yesî!? ne fire pyaw xasîg bî řeḧmet le şîr ew dayge ke hawirdêsey... bîj ame huskut mew giçşitî dî tewaw... ara wiskitîd?... bes yeg çişt twam bizanim zułim ya kuř bawig xomim? bawge řasqemînegem ha le kûre û çe hate pê? era daygim we cîhîşt û çî?
- tiwayd bikefîde şwîn ew? ewîş bikujîd?.
- ha!...ne ... carî nêzanim bes twam řasîyege we min bîjîd ’eceleme le kam şarîge?
çi kares? eger mirdîye le kam qewr sanîge?
-...............
- ha bizanim wiskit bîd ser qisege wetîdu kilkegey biřîd... bîj eger le her şarîg bî çime lay û...
- kujîdey?!.
- nêzanim eger mirdîye naw nîşan qewregey bide pîm.
- çekeydiwe ban qewregey?
- gwî keme banî... tû ḧeqid newd bes bîj kîye maye? mirdîye?
- mirdîye.
- ey qewregey hale kûre?
- nêzanim...
- dewłemen bî ya feqîr?.
- feqîr.
miçe paş ewey le nîmçe gořêkda daykî şardewe, emca bewrdîyewe pirsyarekanî le ame dûbare dekirdewe.
- ame bîj min dî le kes nêtirsim.
- era ser daygid biřîd?.
-............... ame benêw serince tuřekanî miçeda berew sî sał lemewberî temenî xoy geřayewe betaybetî ew kate daykî miçe hatbuwe lay û daway yarmetî lê kird û boy gêřayewe ke:
- ame çebkem? we fikird têd çurade sałan bîm... le mał ḧesen aẍa çi petpetîyg hate serim, bawig û daygim mirdin, keftime jîr dest kabra ewîş, ewîş pyawî bî, dirame şwî weye ta tûmete ge neyede banî bes şewan wedzî yawe aşkera ehate lam... kabraş nawîrd qise biked...dî xod zanîd aẍas kî wîrd we gelî gifit biked.
- ey miçe kuř kîye?
- kuř kîye? hin kamyane? nêzanim... era xom zanim ta tû bizanîd?
paş lem nexte bê dengîye wek ewey miçe bête ber çawî xoyewe ke çî kirduwe be amey wit:
- era serî newřim? ferq beyn min û tû çes? her eray pînekirdin xasîd? minîş şeref xom we kuştin daygim pîne kirdim.
-..................
- bîj. era wiskitîd? era qise nêkeyd?
-................
- ha... min bîjme pîd... ferqege bes le ’umre...tû minał zinde çałkirdîd, minîş gewra...daygim...
-................
- ame wext xoy ke miłał bîm era zinde çał nekirdîdem û era hîştîdem ley dunya pîse ta ey kirdeweyle giştî bane serim?.
-...................
- teqîm. era nayeyde cwaw? îse g çiştî xełas bîw çî.
miçe ewende be pele serî gořekey poşî, agay lewe nebû, ke ame řeş her legeł yekem paç weşandinîda le dûrî metrêkewe û le pał kêlêkda serincî dedat...
lem maweyeda ta miçe gořekey hełkend hezar cor bîrkirdinewe be mêşkî ameda têdepeřî... her way dezanî miçe êsta em tawaney kirduwe û gwêy le dengî pařanewey daykî miçeye boye leber xoyewe çend carê dûbarey dekirdewe û deyut:
- řûłe era dayg xod kuştîd?
êsta ame le řûy miçeda westawe û miçe lê napařêtewe weku daykî miçe ke damênî amey girtibû çend carê pêy dewt:
- ame ey siře îjme pîd bixerey naw çal û dawaneged bar bîla we tunî bigirmey...
xom zanim siřd fire qayme era kes nayjîdey... gilleyî le lîm neke... aẍa . ḧesen aẍa wezûrî... xod zanîd ew sałe şûme ke lafawege awayî û małegeman řiman. dayg û bawgim... nazanim lafaw birdeyane kure... xisteyane kûre... gûř û kifin we çaw xoyan nedwînistin... nazanim bawgim çwîn le daygim cyabî aw sîrwan kî wewerdem lafawegey nexist.?. awayî yege giştî we qab û qecaẍ û mał û miłał lafaw birdeyan minîş nazanim kî bî xuda nardey eram le pelim gird û derim kird lenaw awege xozge desim negridyade û pelim negridyad, minîş ey pet petîye nedwînistam û hîç ne ehate serim:...
emirdim wek dayg û bawgim û xełas ewîm... bes çe bikem xuda le tîwłim ey řoje řeşeyle nwîsanbî we xêr xuda hawridneme mał «ḧesen aẍa» destîgim bê manga eduşî û destîgim bî tepałe le werdem xor wişk ekirdim, destîgim bî tewîłe pak ekirdim û gizî edame jîr esp û kawiř û manga... bêcge lewe ke aẍa û jineganî wetiř û fîzyan gişt řojê miłałyan ewî eye we ’înadî ewe eger eye kuř bihawirdad ewîş le ’înadî eye zigî piř ekird... ta beşkem kuřîg tirî bûd... bew qumat eye bişûr û şîr manga bidûş û ey jine hawar kedu şepme kîşde ban serim û ewegey tir le gîsim girdu pelekîşim ked... çwîn qumat kuřegey eweke şurdimes... min her le beyanî yewe ta nîme şew bayes kar bikirdam...pam şeq şeq bîbî... biçuwe ban aw tenekege piř bike le aw û barey... xorîş her eda we ban serim wenaw heruddu çawim, şaneganim bîne parçîne qat qat teneke ename banyan ay... ey şanane dwînîd. temaşa bike giştî kut kut bîne... we xuda xwîn lelîyan etkya we pete sû we parçe ewe sanmey zimsanîş ḧucregey lay tewîłe nabîn eram çunke şewan lewra exeftim, waran ewarî xûřey ehat û her elerzyam û le serdî gyanim giştî wişk ewî netwanistim cwîłe bikem...
xoyanîş aẍa jinegan her yekîgyan le werdem meqełe yîg nîştî yew qing qewî ke du des û pay xoy germ ked... axir be xêrin!! gereg min çay dîşleme era ew jine biřşinim û şeker era eyeke bişkinim û ey miłałe gîrdu biçû lenaw helûg laye laye eray bike... desîgim ḧebil helûge ge ekîşaw desîg tirim dîşleme era ewekey eşkan... we xuda we dawid kew swar... sînî... qurî, tû bîj çend qûrî .axir we xêregan her yekî gyan qûrî yîg daşt, pyałe... zuxał giştî weban serim hełyan egirdim û gereg wey nîwe şewe biçyatam û bişurdamey û qatîg tir xanmegan çay twan...
eye giştî bêcge le aẍa efendî... kele çwar dewrî sed gurg û seg û pyaw û nîm pyaw lûtî bî... gereg era eyaneş gişt řojêk aş buwem û qabegan barim û bomey ban aw bişûrmeyanewî, ey qiseyle binyat nayed. serd hawridme jan... eger binîşim û bas bikem we baskirdin nayed... çebîjim?... ay lew şewe şûme ke aẍa era beyanî twast biçde řaw... minîş le kelawegey lay tewîłege xeftibîm... jineftim dengîg hat û wet:
- fate... fate...
řaçłekyam... derçîm bizanim çetwad... aẍa wet:
- fate biçû fanûsege eram bar ta temaşay espege bikem...minîş wetmepî:
- aẍa fanûs leyra nîye.
ewîş wet:
- ey çwîn we tarîkî leyra xefîd?
-............... minîş cwawî neyam...? înca pirsî le lîm û wet:
- ha...ê...espe çermî yegem le kures?...bîj...fanusîş newud her we des û pa nasîdeyan bew we gelim temaşay bikeymin... beyanî we gel aẍa fiłan û fiłan û fiłan giştiman çîmin era řaw gereg se’at çwar ey espe ḧazir bûd eram.
ame bûme qurband we ban řuyî xom we tim weg bawgime qapyege kirdimew çîmne naw tewîłe, aẍa şixartegey gîrfanî derkird û yek yek temaşay espegan kird, dwînist espe çermî yegey we syaye desdirîj kird erayu temaşay dû çawî kird û wet: a...
eye xase era beyanî.
minîş we ban řuyî xom we syames û temaşay kem ’ecbayetîm têd çwîn we şixarte yeke yeke temaşay espegan ked... duyaxir wet:
- fate biçû fanûsege eram bar... ta we xasî temaşay giştyan bikem we şixarte fayde nêked çawim xas nêdwînd.
ame bûme qurband... minîş çîm fanûsege piř kirdim le neft û hawridmey eray... ke damey desî dwînim yek yek nizîkî espeganî kird û wet:
- ḧał ḧazir ey penc espe xasin era řaw... beyanî aẍagan tên û çîmin era řaw...
bes îse tû gereg bikefîde şwînim û biçîn eray kadanege... ta ka erayan ḧazir bikeyd.
minîş we ban řuyî xom fanûsege hełgirdim û keftime şwînî... dunya fire tarîk bî...
we duru xoy dwîr xist... minîş we xomew çîye ḧucregey xoyan lay jine gewragey...
diłim řeḧet bî wetim:
- ûxey hem xas bî neçîye kadanege... eger biçyatad ne ekeftime şwînî û ewetim:
- aẍa şefeq ka deme pyan.
ame bîla erad tewawî bikem... ke çîme naw kadanege heyta heyt dawanegem piř ekirdim le ka û exsitimey naw teştege fanûsegeş lelam bî... ame dwînim saykîyg wek cinoke le ban kadanege pan byes. tirsyam diłim kutya... duyaxir wetim beşkem meces wey nîwe şewe hatîye bizand min çekem leyra... serim hełgirdim... dwînim aẍas- diłd dî çetwad?? we syaye le piştim... ew wexte dî fire tirsyam lelî û wetim:
- aẍa tû zeḧmet mekîş... biçû bixef. xom îse ey teşte piř kem û xemey wer espegan... fikird nemînd erafre zeḧmete ?... biçuwe mał... dunya serde -duyaxir xuda neked nexoş bikefîdu řaw le desd çid biçû bixef xom karege kem...
ame çawid nedwîd... guşd keř bûd... ta herdû desim dirîjkirdim era kagew twastim miştim piř bikem û bixemey naw teştege... way ame çawid nedwînd... le piştew le herdû desim gird û weqaymî xisteme ban kage û wet:
- řaw çe? teřemaş çe? nêzanîd era wey nîwe şewehatme se qing dewird... hey bawgey le qing ayem nefam bixod!.
ame dî diłd çetwad?... we tirsew wetim:
- aẍa çekeyd? çetwayd bikeyd? axir tû wek bawgimî... wek biramî... qîřane banim:
- bawig çe? biray çe?
minîş pirsîm:
- axir aẍa wetemay çeyd? çetwayd bikeyd?
seg bawge çîye naw çawim wet:
- xas famîd çetwam bikem... xas zanîd.
xû dî hûş leserim nema her ełałkyame pî û ewetim:
- aẍa çekey?... min wek doytidim... aẍa bûme qurband... qondereged maç kem...
tamirdin gişt miłałeyłid îwet kem. her leyra mînim... xizmettan kem... aẍa... řeḧmet le bawgid. hezar řeḧmet le daygid tû xuda tû îmam ’ebas... tû ’elem dar...tû xidir zinde...tû qur’an... tû ’asman... aẍa nekey...tû xatir ḧezret zeyneb... ḧezret fatme... ḧesen û ḧisên îmam ’elî... aẍa nekeyd...daye... bawe... hane kûre?...biřesne dadim... îmam ’ebas xidir zinde biřesnedam bawe meḧmîd... ’elem dar xod û ’elemeged...
a...ẍa... ne...nekey...ne ...ne ....ne nene biçuwe duya...xinkyam nekeyd aẍa....xuda małd awedan biked... waz le lîm bar . ḧeyam neweyd...bume qurband... qondereged maç kem...
qonderegey jinegand... renicberegand... mîwanegand... segegand... bes. bes... waz le lîm bar... ame... aẍawetîd qurqûşim xistîde se naw guşî û nêjnefd xoy keř kird... kes le fikirî newî... lehewe segey zyatir... we heřeşe kuştem her ewt:
- hiş fize nekeyd... hawar nekeyd... suznimed leyra...
ame: bûme qurband... xû le min xas tir zanîd aẍa fire zûrdare minîş wey şewe şûme xerîk bî lenaw kadanege bixinkîyem...hîç ledesim nehat... axir çe bikirdyam? we zwan faydey newî... le qeyîg dame ey law ewlaw wepaganim . kage kefte ban kel û pel û dem û çawî... ey bî’are derwen nehat... newet çwîn aẍa yîgim leberdem eye xom qeşmer kirdime... dwête era derben hat?... ne... wek gurg wirsî... na!! fire gîristim bes kes neřesîye dadim. duyaxir le qeyîg dame ewla. dwînim fanûsege kefte zewî û kadanege řûşin bîw agir gird û zwî qale hate naw!!!.