çiley zistane û çiley hejare

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  744 Dîtin
çiley zistane û çiley hejare
şeředar leser xełûz û dare
derecey hewa, wa «tiḧit alsifir»e
derecey feqîr, le çepda sifre
bê pareyîye û însaf nemawe
xwa berdî bestuwe segî berdawe
xwa nenasîne waman lê eka
xwa kêw ebînê û befrî têdeka
çunku kasbî ḧełał nemawe
bereketî řizq wa hełgîrawe
kirdey êmeye û birdey şeytane
çon ser’egrê em dewr û dûkane
eme derdêke le zor cê ’ame
xeta sûreye û nizîk beşame
xwa le gunahî ême bibûrê
ay xetesûrê, le ême dûrê
ême melîkman benûhaşme
le lay xwa piştiman bewan qayme
ełbete sayey neslî pêẍember
bo em ’îraqe ebê be řehber
bełam wa çake ke xoman çak bîn
pişt be xwa bestîn, bewe bêbak bîn