çerxî felekî sun’î kirdigar

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  642 Dîtin
çerxî felekî sun’î kirdigar
her lew řujewe ke kewtote kar
esûřîtewe le dwazde burca
êmeyş legeł ew her wayn le řenca
em dwazde kelweyş nawyan nirawe
yekî sî řoje mangî tewawe
be sê mang sê mang fesłêk egořî
çwar fesłe sałêk ke řa’ebûrê
behare û hawîn payze û zistan
le ser hîç barê namênê cîhan
zor kes beharyan ke lela xoşe
deştêkî sewze guł û wenewşe
bełam hawînan feqîr û hejar
le berg û agir û jûr ebin řistigar
be řoj îş eken şewîş be bê nwên
le ladîwarê herwa heł’ajên
her payz xoşe bo pyawî newsin
mîwe û sebze û goşt têda zor ebin
dewłemend xwanî eřazêtewe
feqîr bo nanêk epařêtewe
em dû eḧwałe hîçyan ta ser nîn
çunku herdûla bo mirdin ejîn