lam waye îtir dunya axre

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  734 Dîtin
lam waye îtir dunya axre
nîşanekanî yek yek zahîre
îman buwete pişkoy agirê
hîç kes natwanê le diła řaygirê
be carê bira le bira biřawe
ewlad le bawkî xoy wergeřawe
fîtne û dirozin bawyan senduwe
towî fesad û şeřyan çanduwe
diłî kes legeł kesda pak nîye
le gewre şerim û le xwa bak nîye
esnaf însanî nawe be lawe
ḧuqqey řast le lay kesyan nemawe
sengî kêşane, hemûy her senge
«bazař aẍas lêyan bêdenge
yek be dey caran erzaq efroşin
boyan hełkewê nêrîş edoşin
haka îsrafîl sûrî xoy lêda
dinya gyandarî namênê têda
ewsa pare û molk be cê emênê
«meřnemûke»yiş gurz řadeweşênê
mał û dewłetyan bo bar nakirê
peşîmanî û dad kełkyan nagrê