zor kes ebînî le gyan bêzare

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  629 Dîtin
zor kes ebînî le gyan bêzare
ke serî êşa, dem be haware
ta eçîne xak hewłî jyanmane
hîç naşłêyn ecel le kemînmane
guřewşar nuqtey ẍafił lêk eda
eyka be ’aqil ewsa lewêda
bełam faydey çî nageřêtewe
dinya be tenya lew ebřêtewe
be xwaceyan gut: qyamet keye?
witî: ke mirdim, meḧşer eweye
ełên: felestîn le dest ḧewt dewłet
çon wa be asan dest cûleke kewt?
wityan le pêşda quwetî îman
ew felestîney da be musułman
ewanîş çawyan le musułman kird
be ’ezim û îman felestînyan girt
em aługorey musułman û cû
be îstîẍfarêk wergeřa, têkçû
geřaynewe ser cîhad û îman
hîç kes legełman nayête meydan
řêy řast emeye ger řastit ewê
ke dîwar řûxa, banîş ekewê