ser û małim fîday ew çawe kałe

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  627 Dîtin
ser û małim fîday ew çawe kałe
diłim piř xwêne bo ew lêwe ałe
ke ew şoxe le ḧeq min mîhrebane
řeqîb ḧîle û desîsey to betałe
le ulkey diłberîda yarim emřo
şukur şahenşehî ḧusin û cemałe
be şimşêrî birot ey yarî bedxû
dexîle bimkuje xwênim ḧełałe
lelam bê qedre nesrîn û wenewşe
eger destim kewn ew zułf û xałe
be dinya dił mebestin ey řefîqan
gelê damadî dî em pîrezałe
wefa û xûban û sebir û ’aşiqî zar
nebînrawe eme emrî meḧałe
fîdat bim çon binûsim şerḧî ḧusinit
le te’rîfî, zubanî xame lałe
le dinya hatin û derçûn le lay min
beřastî eḧmedaNasnava edebî her wek xeyałe