sałanî pêşû bextiman yar bû

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  687 Dîtin
sałanî pêşû bextiman yar bû
ḧekîmekeman nexwêndewar bû
neman bîstibû em hemû derde
ne eçuwe zigman derman be ferde
tirs û wahîme nebû le nawa
’îlletman be aw eda be awa
be nuştey şêxêk, ya lerz biřînê
nedema derd û janî birînê
hêlanequłte legeł şîrî ker
derdebarîkey la ebird leser
ewsa şirînqe şew her bo jin bû!
êsta nêrîne leşî kun kun bû!!
dîplomey diro le nawî birdîn
hezar nexoşîy bo peyda kirdîn
xo hêcgar derdî îctîma’îman
dûberekîy way hênaye meydan
nayêłê satê serman řeḧet bê
beşman bo serdar, ser dar û pet bê
herçî heł’esê ełê: min ḧîzbim
bira lêm lade, namewê ḧîz bim
eḧzab cwê bo cwê kewtine şeřecwên
îslamîyet û ’esebîyet cwên