le řastî xwa û xełk řast û diłpak be

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  771 Dîtin
le řastî xwa û xełk řast û diłpak be
le watey hemû ’alem bêbak be
to ke ayînî xwa řaberit bê
metirse eger qestî serit bê
umêdî dostî le bedxû meke
nagořê eger bîşçête meke
bo ew bedbextey xułqî gořawe
xwêndin şûşeye lêy barkirawe
dewrêke dewran wa denwênê
îman pişkoye dest desûtênê
nîşan bew nîşan biço bo mizgewt
çend kest bang kird kest şwên nekewt
bełam bo şwênê ke pîşey şewe
to derîşyan key wan le pêşewe
hengiwîn şîfaye û areq wek zehre
kamyan kiřyarî zorî le dewre?!
xo hêcgar herwa be çawlêkerî
herçî eřwanî dawyete berî
kem kes dezanê řêgay bo kwêye
pêşînan ełên: seyre le koye
nałên: ḧeyfe bo em bała û bejne
ełên: merg legeł awełan cejne