to katê biço be gij yekêka

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  648 Dîtin
to katê biço be gij yekêka
bitwanî têkî şikênî pêka
ke dereqetî zordarê nayey
bişyête ser řêt ebê lêy ladey
cinêw firoşî lay merdan ’are
şeře cinêwe suḧbet lem şare
cewad û qewad be şêwey mîsrî
her dû gewadin me’nay ke bigrî
her çend ke nawî gewad bednawe
le diz çaktire boye wa bawe
diz małit eba û diłit yêşînê
ew xizmet deka û dû dił pêk dênê
ayînî îslam wa qał kirawe
destûrî waman bo danrawe
eger bê û leser ew řêye biřoyn
hênd ser ekewîn nezanîn le kiwêyn
xo eger bêtû serderhewa bîn
ta emannêjin eşê herwa bîn
hênd dernakewîn ewa lem peřîn
boç be bilwêrî xełkî hełpeřîn
hełpeřkêkeyşiman dûberekîye
xûy konman şeřî naw geřekîye