řojî dirêjî behar hatewe
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
840 Dîtin
řojî dirêjî behar hatewe
wa řojî êmeyş hat be hatewe
şewî tarîkî zistan beserçû
berxî hîwaman le dest gurg berbû
gurge şîneke way řaweşandîn
bendî bendeyî bextî pisandîn
be keyfî xoman le kurdistan da
egeřêyn be naw gułî nîsan da
bełam agaman lê bê ke zuwe
taze wa dirext gopkey kirduwe
dest be serçiłî meben bo serçił
ke gopkey werî dax ebene dił
danîşin lenaw gułda be xoşî
be pîrozane û be badenoşî
lawkî kurdî biłên be qetar
deng bidatewe le deşt û kohsar
bełam her deng xoş kem biłê nek zor
geřelawje ebê be gaboř
eger her serê kewte sedayê
xoman lê eka be şa gedayê
ew saye hîç kes hîç kes nanasê
xo hełdekêşin piř be kirasê