mangî seferî emsał zor tûş bû

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  681 Dîtin
mangî seferî emsał zor tûş bû
gêçeł û şeř û heraman tûş bû
de’way felestîn wek ẍezay ẍeyber
cîhadî dînî hênawîneber
lem layşewe wa mu’ahedeye
le syasetda muzayedeye
geřekî xwarû yonan boy derçû
geřekî jûrwîş qewamî têkçû
mektebekanîş kewtinewe ẍirêw
ser kêwî qafîş piřî bû le dêw
dinya kewtibwe şeře kełeşêr
serî cûcûłe bibwe kelley şêr
hemû gêçełî mangî sefer bû
kułe çwarşemû dwênê têpeř bû
îtir xwa fetḧî îslamî hêna
dyare namênê negbet le beyna
dway tengane xwa xoşî enêrê
hendê carîş meř be gurg espêrê
xwa hîç karêkî bê ḧîkmet nîye
kem kes ezanê mebesî çîye
bizanîn çon ebê em azugwêze
awî zor ewê ardî be pêze