zor kes le agir qazanc ebînê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  655 Dîtin
zor kes le agir qazanc ebînê
keçî bo nezan dest esûtênê
ewî bîzanê û bîhênête kar
le agir ałtûn eba be xerwar
eweyş neyzanê ke çî pê ekirê
dûkeł û xoł û germay pê ebřê
gewreyş be siruşt wek agir waye
xirape û çakey wa le baraye
bełam bew şertey be ’eqił û finûn
ya bo makîne ya botey ałtûn
be karî bênê newek bo xerman
pêy bisûtênê û zyan bo xizman
ełên ke qewmêk ateş perest bûn
ew xerafate êsta beserçûn
ayînî îslam dîmuqratîye
musułmanî řast řû le hatîye
ême ’eqłiman weha bibřê
lem law lew laman agir egřê
wa çake wek ew esḧabey sefeyn
le hera xoman bê teref ladeyn
nanî mu’awye û nwêjî pişt ’elî
le me’rekeyş da «cilus altilî»