diłberim dîsan legeł min ’aczî û qînî heye

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  715 Dîtin
diłberim dîsan legeł min ’aczî û qînî heye
boye dîdey eşkibarim arezûy şînî heye
ew gułałey wa le kêwî bê sinûrta sewz ebê
çen letîf û ałe řengî lêwî şîrînî heye
řûmet û xałit le pêş çawim nîgarî nazenîn
her le ’eynî řengî mah û şikłî perwînî heye
min ke dîm taqî dû ebroy qîblegahim keç buwe
taze bo min zahîdîş ummêdî ayînî heye
řûmetî to baẍe emma bo diłî bulbul sîfet
men’e boy çunke le zułifit dewrî perjînî heye
seyrî çen şête tebîb êsta mudaway min eka
min ke kuştey destî tom ew arezûy jînî heye