wa be xile xil mam řemezan hat

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  683 Dîtin
wa be xile xil mam řemezan hat
řemezan bo jinan mergî mufacat
kes mangî nedî top agir dira
nemzanî çon bû em ḧukme dira?
keyfî xoyane ke min neygirim
çîme le xełkî le beryan mirim
řemezan nawyan nawe «merezan»
dû nexoşîye birsî û awbendan
birsyetî řaste hejar bê nane
awbendîş nîye ke awbendane
kebabxanekem derkî daxra
bê kebabî hat be sera, sera
bełam ewaney xwayan xoş ewê
be barqursî news şanyan nanewê
ke hîway daye fîkir û yadî xwa
herçî ke wîstî le beheşt exwa
pyaw barî xemî ke hat be sera
ebînî çend řoj îştîhay besra
dyare be xoşî û zewqî řoḧanî
zor gwê nadate xwardinî nefsanî
bełam şeytanman emende załe
em pende laman wek giřugałe