şeytan pyałeyêk hengiwîn egêřê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  669 Dîtin
şeytan pyałeyêk hengiwîn egêřê
pyawçakî le dîn pê werdegêřê
ke emûstêkî le demî hełsû
ebête pyawî, ekewête dû
le cyatî şeytan ewan egeřên
«شەیەاتیینە alْ’yîns» bewane ełên
emane destey le xwa netirsin
le xizim û kes û karyan napirsin
hî wayşyan heye hênd bê namûse
bewe exuřê ke wa casûse
em derde pîsey ke exlaqîye
le birewdaye herwa baqîye
ta hemû layek eme nezanîn
nabîn be hîç û bê piştîwanîn
xo eger xway kird leme geyştîn
piştiman daye yek ewsa be piştîn
pişt û quwetman ke le xoman bê
pyawîn her çonê arezûman bê
êste ke kełkî xomanman nîye
îtir bêgane êmey bo çîye
çar her emeye be tefrey şeytan
nedeyn leser û gwêlakî xoman